Niha gelê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve gavê tavêje
Serok Barzani bi minasebeta roja bîranina şehîdên Kildani, Suryani û Asurî daxuyaniyek hi bo Raya Giştî ragihand. Daxuyaniya Barzani:
Bi navê xwedayê mezin û dilovanBi helkefta bîranîna roja şehîdên Kildan Siryan Aşûrî hezaran silav ji bo ruh û giyanê pakê hemû şehîdên Kurdistanê û şehîdên komkujiya Sêmêlê re dişînin ku li ser destê rejîma wê demê ya Iraqê li 07.08.1933 hate encam dan û hejmareke zêdeyê xuşk û birayên me yên Mesîhî bi awayeke dirindane hatin şehîd kirin.Komkujiya Sêmêlê beşeke ji wan êş û karesatên ku li ser hemû xelkê Kurdistanê da hatiye û belgeyekî bihêze jî li ser wê yekê li dewleta Iraqê da neku tenê şeraket wateya xwe nebûye belku jenosayd û qîrkirin û komkujî beşa pêkhatên neteweyî û olî da bûye.Li bîranîna 84 saliya wê karesatê ku hemdeme li gel sêyemîn salvegera êrîşa dirindaneya Da’îş ya li ser xuşk û birayên me yên Mesîhî û pêkhatên dinê li deşta Nînowa, eve dûpat dikim ku xuşk û birayên me yên Mesîhî li pêşerojê û niha û paşarojê de li êş û serkeftinan da li gel hemû pêkhatên dinê Kurdistanê hevçarenivîs û hevbeşin.Niha jî ku gelê Kurdistanê berev serbixweyî yê hengavan diavêje maf û daxwaziyên xuşk û birayên me yên Mesîhî li Kurdistanê li hemû qonaxan da parastî dibê û birayetî û pêkvejiyan li Kurdistanê bi hêztir dibe.Take dermana hemû êşên me û take mîsogeriya ji bo dûbarenebûna wan karesatan eweye ku berev serbixweyiyê hengavan bavêjîn.Mesûd Barzanî06.08.2017