Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de bi eşkere behsa rewşa siyasiya Iraq û Kurdistanê kirin, her wiha rewşa serbazî û şerê dijî terorîstan xistin ber behs û tekez kirin ku ew hemahengî û hevkariya ji bo têkşikandina terorîstan hebûye, berdewam dibe. Her dû alî hevrê bûn ku derxistina Da’îş ji Mûsilê bi wateya dawî hatina terorê nayê û şerê dijî teror pêwîstî bi hemahengî û hevkariya hemû aliyekî heye.Behskirina rewşa siyasî û emniya navçeyê, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Pêş
06/07/2025
Hewlêr û Bexda bersiva êrîşên dronan didin
05/07/2025
Komên girêdayî Heşdî Şebî êrişan pêk tînin
Balkêş e ?
Close