Rojnameya bi navûdeng “Washington Times” Hejmareke taybet bi serxwebûna Kurdistanê û referandûma serxwebûna Kurdistanê belav dike. Di yekemîn paşko de hejmarek ji gotarên belav kir û xalên bihêz ên Herêma Kurdistanê di warên yasayî, siyasî, serbazî, aborî, akademî û olî de ronî kirin û tekezî li ser wê kirin ku ev sedem bo serxwebûnê dibin piştevanê Kurdistanê.
Welid Faris
Di gotarekê de bi navê “Referandûma Kurdistanê yasayî ye” professorê zanistên siyasî û şarezayê Rojhilata Navîn û şêwirmendê Donald Trump di dema hilbijartinan de Welîd Faris diyar dike, ku ti berbestek li pêş referandûmê nîne û ev mafekî rewa û yasayî yê Kurdistanê ye. Welîd Faris amaje bi wê jî dike ku di Kongressê de ji aliyê her du partiyan (Komarî û Demokratan) ve Encûmena Nûneran û Pîran piştevaniyek reha ji Kurd re heye.Dibêje jî, biryardana li ser çarenivîsê mafekî bingehîn ya Netewên Yekgirtî ye, ku di destpêkê salên 1945an de wek çareserî bo netewe û welatên ku bê daxwaza wan ji aliyê dagîrkeriya rojava ve hatine dabeşkirin û bi ser welatên din ve hatine xistin û komkujî li dijî wan hatine encamdan. Faris netewên ku bi zorê bi ser welatên din hatine xistin wek Keşmîr, Başûrê Sodan, Nîcîriya, Arîtîrya jî wek nimûne aniye .
Jeo Wilson
Amerîka û Herêma Kurdistanê, Hevpeymantiyeke Newaze, navnîşana gotara Senatorê Komarî û endamê Komîta Karûbarên Derve Jeo Wilson e, ew behsa xalên bihêz ên hevpeymantiyê dike. Ronî jî kiriye ku “Hebûna Kurdistanê û hevpeymantiya ligel wê, di Rojhilata Navîn de çendî girîng e, bi taybet ku li Rojhilata Navîn metirsî bi berdewamî berve zêdebûnê ne.”
Laurie Mylroie
Nivîskar û akademisyena navdar a Amerîkî Laurie Mylroie û peyamnêra K24ê li Washingtonê li ser pêwendiyên stratejîk ên di navbera Amerîka û Kurd de nivîsiye û amaje bi lawazî û nebûna hevpeymaneke rasteqîne ya Amerîka li Rojhilata Navîn dike û tekez dike ku Kurd dikarin wê valahiya stratejîk a Amerîka li Rojhilata Navîn tije bikin. amaje bi hejmûna berbelav a Îranê li Iraqê dike, ku çawa di riya mîlîşyatan ecindeyên Îranê cibicî dibin û bandora wê roj bi roj li siyaseta Iraqê zêde dibe.
Jay Garner
General Jay Garner li ser sedemên piştevaniya Kurd dinivîse. Jay Garner Birêveberê Hevkariyên Mirovî li herêmê bû piştî raperîna Herêma Kurdistanê. Tekez dike ku Amerîka piştî sala 1991an ve dilê Kurdistaniyan berve xwe kişand û divê bi wê arasteyê danûstandinê bike, ji ber ku Îran, Iraq û Sûriyê dijminên Amerîka ne, ji ber wê welatekî din yê nêzîkî Amerîka di berjewendiya rasterast a Amerîka de dibe. Dibêje jî ku Heyva Şîe berfereh dibe û Faris ji xewna xwe ya 2300 salî nêzîk dibe, ev jî zêdetir ne aramiyê belav dike.
James Lyons
Serokerkanê Hêzên Deryayî yên Amerîka û şêwirmendê û nûnerê Amerîka di Netewên Yekgirtî de Admiral James Lyons gotarek bi navnîşana “Rûbirûbûna Hevpeymanên Rojhilata Navîn” nivîsiye. Admiral Jemes Lyons bi nîgeranî behsa berferehbûna hejmûna Îranê bi piştevaniya Rûsya dike û Kurdistanê wek take çareserî bo vegera hevsengiya hêzê dibîne. Rexneyên tund li rêveberiya Obama digire, ku piştî wan hemû qurbaniyan, Iraq radestî Îranê kir. Pêşniyaz dike ku Amerîka ligel Kurd rêgirî li serweriyên Îranê bike.
Sasha Toperich
Şareza û mamosteyê zanîngehê Sasha Toperich li ser karîna aborî ya Herêma Kurdistanê nivîsiye, “Jîngeha Kurdistanê çendîn guncaw e bo werbihênana biyanî tê de ye, bi taybet ji ber jêrxane û jêderên wize, ku hêzeke newaze dide Kurdistana serbixwe. Ew hewlên niha yên Herêma Kurdistanê yên berdewam di proseya çaksaziyê gaveke girîng û pêwîst in. Herwiha behsa wê jî dike ku Kurdistaneke serbixwe di demek kêm de dikare biser astengên xwe yên aborî bikeve.
Robert Destro
Li ser Lêborîna olî û pêkvejiyanê, her du lêkolînerên olî û mamosteyên zanîngehê Robert Destro û Carol Olery ku serperiştê projeya azadiya olê li Kurdistanê ne, tekezî li wê dikin ku “Kurdistan aramtirîn cihê pêkvejiyan û pêkhateyan e li Rojhilata Navîn e, wergirtina zêdetir ji 2 milyon koçber xwe bi diyartirîn diyarde nîşan daye. Amaje bi wê dane, Kurdistan bingeha belavkirina modelekî taybet ya pêkvejiyanê û lêborîna olî û siyasî li Rojhilata Navîn e.K24