Trump di derbarê sercxwebûna Kurdistanê de çi difikirê?Akedemisyenê Amerîkî û serokê dezgehek ramanî Ian Bremmer, dibêje ku serokê Amerika Trump ji hewldanên serxwebûna Kurdistanê re nabe asteng.Serokê dezgeha ramanî û lêkoliner Ian Bremmer, ji kovara Politico re, di derbarê destkeftiyên siyaseta Amerikayê de nivîsek nivîsî û hinek nirxandinên girîng kir.Nivîs 21ê Temmuzê hate belav kirin. Di nivîsê de behsa , Siudiya Erebistanê, serokwezira Almanya Merkel, serokê Fransayê Mecron dike. Heta behsa Hindistan û Meksikayê jî dike. Beşek di vê nivîsê de behsa Kurdên Iraqê û Suriye jî dike.Bremmer di nivîsa xwe de behsa kurda dike û dibêje: Mileteke ku hêjmara wan nêzikî 10 milyona ye û hêzên çekdar hene û ji bo azadiya welatê xwe bi hêz motavasyon bûne. Li dijê Sedam û Esad bûn hevalbendên Amerika.Berdewamiya gotara xwe de dibêje: Lê serhildana kurda li Tirkiye ku endamê NATO ye dikare bibe sedemê ne razîbûn û tevliheviyê.


