Cîhan
Artêş rê nade ti hewlên parçekirina welat
Wezîrê parastina Iraqê Mehmut El Heyali serdana Îranê kir. Wezîrê parastina Iraqê li gel berpirsên ewlehiya Îranê civiya .Li gora ajansa fermi ya Îranê radigihîne El Heyalî di daxûyaniyek ya xwe de dibêje: Artêşa Iraqê rê nade tu fitnek nû, û bûyerên ne yasayî.Rê nade parçekirina axa Iraqê.Berpirsên Îranî jî di daxûyaniyên xwe de ragihandin ku, ew bi hemû awayî parastina yekitiya xaka Iraqê dikin û nahêlin axa Iraqê parçe bibin.Piştî biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê, Îran bi gelek awayî li dijê referandumê derdikeve û vekirî dibêje ku ew rênadin parçebûna axa Iraqê. Berpirsên Iraqî jî di vê derbarê de, di bin bandora Îranê de tevdigerin.