Polîtîk

Eger referandum were astengkirin yekser serxwebûn tê ragihandin

Endamekî kurd yê parlamentoya Iraqê dibêje, eger astengiyên mezin li pêşiya referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê bên derxistin wê çaxê yekser dê serxwebûna Kurdistanê were ragihandin.Parlamenterê kurd û serokê firaksyona PDKê li parlamentoya Iraqê Erefat Kerem li ser astengiyên li pêşiya referandomê û helwesta welatên cîran li ser serxwebûna Kurdistanê ji BasNewsê re got, ti gumanek di vê yekê de tine ku welatên cîran naxwazin referandoma serxwebûna Kurdistanê bi ser keve lê emê vê carê vê firsendê ji dest nedin û dest ji serxwebûnê bernadin.Erefat Kerem her wiha got, Îranê heta niha çend caran dijîtiya xwe li hember referandomê nîşan daye. Lê eger astengiyên mezin li pêşiya referandomê derbixin wê çaxê em referandomê nakin û emê yekser serxwebûnê ragihînin. Bila bizanin ku em vê firsendê ji destê xwe nakin.Wî parlamenterê kurd anî ziman ku du rê li pêşiya Herêma Kurdistanê û Iraqê heye û got, yan emê bibin du dewletên konfederal yan jî Kurdistan dê bibe dewleteka serbixwe û bibe cîranê Iraqê.Erefat Kerem xuya kir ku referandom mafekî rewa yê her gel û miletekî ye û kurd jî xwedan wî mafî ye û got, em referandomê ji bona wê yekê dikin ku gelê Kurdistanê biryar bide em bi Iraqê re bimînin yan jê cihê bibin. Çi biryarek hat dayîn wê çaxê her kes qebûl bike.Kerem behsa astengiyên Heşda Şeibî li hember referandomê jî kir û got, Heşda Şeibî dixwaze referandomê lawaz bike bi taybet li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê lê emê hewl bidin wan pilanên Heşda Şeibî pûç bikin.Basnews

Back to top button