Edalet ! ji bo kî? Ji bo çi?
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bo daxwaziya “ Adalet“ê, ji Enqere heta Stanbulê rêve çû. Di 24 roja de gihat Stanbulê, di rê de rojane daxûyani didan, civînê rêveberiya partiya xwe û her weha civînên gruba CHPê ya parlementoyê pêktianîyan.Di van civîna de Kiliçdaroglu behsa neheqîya tê kirin dikir û hukumeta AKPê rexne dikira. HDPê jî pişgirî da vê rêveçûna Kiliçdaroglu û demekî Ehmet Turk û hinek berpirsên HDPê jî li tenişta Kiliçdaroglu rêveçûn. Wan jî komên ku li ser Adalet nivîsî kirin serê xwe.Daxwaziya Adaletê dihat kirin. Lê ji bo çi? Ji bo kî dihat xwestin gelek şêlo bû. HDP jî tenê bi dijitiya AKP pişgiriya CHPê di vê derbarê de kir, heyne tu daxwaziya wan ji bo kurda tunebû. Gerek Ehmet Turk dewsa nivîsa Adaletê bilin bike, bila nivîsa “ Ji bo kurd û Kurdistanê jî Adalet“ bilind bikira. Dê hingê rewş bi awayek din bihata nirxandin. Lê mixabin hêdî gelek vekirî hatiye eşkerekirin ku, tu daxwaziyeka HDPê ji bo Kurdistanê tuneye û ew li gel hinek çepên ku tovê wan jî nemaye, yên marjînalên Tirk siyasetê dikin.Di van 24 rojan de berpirsên hukumetê û AKPê, berpirsên MHP û HDPê berdewamî behsa vê rêveçûnê kirin, nirxandinên cuda hatin kirin helwestên cur bi cur di derbarê vê bûyerê dehatin girtin. Lê kesekî rojekî, carekî bi şaşitîbê jî behsa pirsa kurda li bakurê Kurdistanê nekir.Kesek di vê cîhanê de wek kurda têhnî Adaletê tuneye. Qaysê kurd muhtacê adaletênin kesek ne muhtace. Ji xwe di vê cihanê de di van welatên de adalet hebûya niha pirsgirêka kurd ji tunebûya. Bi kurtahî herkesek li gora berjewendiyên xwe bûyera dinêrin û naveroka gotinên wek “Adalet, Demokrasî, Mafê Mirovan “ û gelek gotinên din ji bo xwe dinirxînîn . Başe ew tişta ku berjewendiya neteweyî ya kurda lê nebê em çijê bikin.Li Tirkiye şerê navbera aliyên siyasî de, ne şerê kurdaye, kesek di derbarê pirsa kurd de ne nakok e. Her babetî de şerê hev dikin, rexna li hev dikin . Lê dema pirsa kurd bê holê hemû wek hev bi yek dengî difikirin û bi hevre dijitiya kurda dikin. Li Tirkiye yekem tişta ku di nava aliyên siyasî de hevbeş û li ser bikaribin tifaqê bikin dijitiya kurda û pirsgêrêka Kurdistanê ye.Kesek Adaletê ji bo me naxwaze, em çi ji wê adaletê bikin? Hinek kes dikarin bêjin: “Em jî li vî welatî dijîn , pirsa adaletê û pirsa demokrasiyê ya meye jî. Raste eger li Tirkiye demokrasî hebê dê pirsa kurd jî bi hesanîtir bikeve rojevê. Lê bila baş bête zanîn heta pirsgirêka kurd çareser nebê, edalet jî demokrasî jî li Tirkiye pêknayê.Vêca ji bo kurdên bakur tişta pêwist ewe ku bi hemû imkanên xwe ji bo mafên gelê kurd yên rewa li ser bingehek netewî kar û xebatê bikin.Mixabin tu cihê pirsa kurd, di demokrasî û edaleta Tirkiye de tuneye.9.7.2017Dara Bilek