Cîhan

Putin:Di çarçova yasayên navnetewî de emê piştevaniyê li gelê kurd bikin!

Nûnerê PDKê li Rûsya dibêje ku, serokê Rûsyayê ragehandiya di çarçoveya yasayên navnetewî û Netewên Yekbûyî de emê rêz li daxwazên gelê Kurdistanê re bigrin û piştevaniyê lê bikin. Herwaha got: ‘’Piraniya siyasetmedarên Rûs piştevaniyê li diyar kirina mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê dikin.’’Dr. Xoşewî Mela Îbrahîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rûsya li navçeyê lîstokeke bihêz dilîze, heta naha piştevanî li Qibrîs û Belkanan dike, ew projeyên li navçeyê heyî li ser wan hemûyan helsengandinê dike û danûstandinê li gel dike, wekî ku naha li gel herêma Kurdistanê jî dike, demek berî naha serokê Rûsya Vlademir Putin amaje bi vê yekê kir ku di çarçovaya yasayên navnetewî de ewê piştevaniyê li doza kurd û diyar kirina mafê çarenivîsê bikin.’’Herwaha got: ‘’Naha hikûmeta Rûsya helwêstê wê ne dijî referandomê ye, berdevkê wezîrê derve yê Rûsya di daxuyaniyekê de vê derbarê de têgeheştina xwe anî ziman û dij nebûna xwe diyar kiriye.’’Navborî got: ‘’Piraniay siyasetmedarên li Rûsya piştevaniyê li referandoma gelê Kurdistanê dikin û heta naha bertekên negatîf li Rûsya nebûne û bi awayekê pirsê asayî digrin dest.’’
Back to top button