Hidistan ji miamileya Kurdstanê razî ye
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 07.06.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel Emar Şîna cîgirê wezîrê derve yê Hidistanê û şandeya pê re ku ji balyozê Hidistanê li Îraqê û konsulê wî welatî li Hewlêrê pêkatibû, civiya.Cîgirê wezîrê derve yê Hidistanê ku ev yekem care serdana Kurdistanê dike, sipasiya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, miamileyeke baş digel kasibkar û karkerên hindî ku ev çend sale di warên cuda de li Herêma Kurdistanê kar dikin, kir.Şandeya mêvan qaremanî û mêrxasiya xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna terorîstan de, pêşwazî û hewandina hijmareke gelek zêde ji koçber û penaberên ji hemû ol û neteweyan bilind nirxand û berheviya welatê xwe nîşan da ku hevkarî û hevahengiyê bi hikûmeta Kurdistanê re bike, sektora taybet ya Hidistanê teşwîq bike li herêma Kurdistanê di warên cuda de sermayerazandinê bike û meşiq û rahînanê bi kadiro û karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.Nêçîrvan Barzanî berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê ku hevkarî û hevahengiyê bi hikûmeta Hidistanê re, bi taybetî di warê vekirina kursên meşiq û rahînanê ji bo karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê û mifa wergirtin ji şarezayî û pisporiya welatê Hidistanê.Serokwezîr ji şandeya Hidistanê re behsa cenga dijî DAÎŞê, serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê di cenga dijî terorê de bidest xistine, pirosesa siyasî li deverê û pirsgirêkên rastî deverê hatine kir.