Hevpeyvîn

Çênabe lingek wan li nav hikûmetê û lingê din li nav opozisyonê be

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê di preskonferensekê de, behsa serdanan şandeya balaya hikûmetê bo Rûsiyayê, beşdarîkirin di Foruma Êkonomiya Navdelwtî li bajarê ST. Petersburgê û îmzakirina rêkeftina bi kompaniya Russneft re kir û bersiva rojnamevanan da û di destpêkê de got:- Em li ser navê hikûmeta Herêma Kurdistan her sal beşdariyê di wê forumê de dikin, ez bixw ev cara duyemîn bû beşdariyê tê de bikim. Beşdarîkirin di vê Forumê de derfeteke ji bo Herêma Kurdistanê ku bikaribe peyama xwe ya di warê siyasî û aborî de bigehîne karsaz, kompanî û biryarderên siyasî û tê de behsa rewşa herêma Kurdistaê bike, weke li Davos û Urdin tê kirin.- Di vê serdanê de, em digel birêz Vladimir Putin serokê Rûsyayê, birêz Sergey Lavrov wezîrê derve û birêz Aleksender Novak wezîrê enerjiyê civiyan û me çend civînê din jî saz kirin. Ji bo me di warê siyasî de gelekl giringe em bikarin têkeliyên xwe di hemû waran de digel Rûsyayê pêş bixin. Di vê serdanê de me rêkeftineke destpêkî digel kompaniya Russneft ya Rûsyayê îmza kir. Me berê jî digel vê kompaniyê kar kiriye û berî niha ev kompanî bikira nefta Herêma Kurdistanê bû û neft ji bo rafîneriyên xwe yên li Almaniyayê dişand.Serokwezîr rexne li wan kes û aliyan girit yên ku berî naveroka rêkefitnê bizanin, berî şandeya hikûmetê vegera Kurdistanê, berî pirsiyarê ji hikûmetê bikin ka gelo ew rêkeftina bi Russneft re çiye? Çewane? Baş yan xirap e? Eger li gor dilê wan nebuya paşî bila helwesta xwe ragehenadiba, lê her ji destpêkê, berî bizanibin çi çêbûye, wan kes û aliyan dest bi dijatiya wê lihevhaitnê kir û rastî şêlû kirin, eşkere bû ka armancan wan çiye.Serokwezîr eşkere kir ku di konferensa parsal li Londonê, hikûmeta Herêma Kudistanê û wezareta samanên xwezayî rahegand bû ku li herêma Kurdistanê 22 bilokên neftê ji bo berhemanînê hene, kopmaniya Russneft daxwaz kir ku berhemanîna neftê di wan bilokan de bike û 5 bilok ji xwe re hilbijartin û rêkeftina bi Russneft re rêkeftineke destpêkî ye ew dê; bîrên neftê li herêma Kurdistanê pêşbixe, infrastruktura enerjiyê li Herêma Kurdistanê ber bi pêş bibe û boriya nefta herêma Kurdistanê berfirehtir bike ku bikarebe yek milyon bermîlên enftê bo derve bişîne, boriya niha heye 650-700 hezar bermîlan dişîne, heta niha bikirên nefta Kurdistanê bazirganên neftê bûn, lê piştî vê rêkeftinê, kompnaiya Russneft ku, ji%50 ya hikûmeta Rûsyayê ye dê nefta Kurdistanê bikire û ji bo rafêneriyên xwe li Almaniyayê bişîne:- Piştî sê salan ji pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê hebûn, giringiya vê rêkeftina bi Russneft re destpêka qonaxeke nû ye baweriyê ji bo bazarê Kurdistanê vedigerîne, ew rêkeftina destpêkî me bi wê kompaniyê re kirî, kompaniyên din jî teşwîq dike ku li Herêma Kurdistanê kar bikin û di warê enerjiyê de sermayeyê xwe birazînin. Ev ji bo me gelek giring e. Rûsya weke welatê endam di Civata Ewlekariya Navdewletî de û welatekî mezin e têkeliyên dîrokî digel gelê kurd û vê deverê heye, ji bo me ev deriyek dine digel dewletek zilhêz di warê enerjî û neftê de karên hevebş bikin.Di bersiva pirsekê de ku hindek alî li dijî wê rekeftina digel Russneft a Rûsyayê derketin, serowkezîr got:- Mixabin, tevgerek heye, ji bona serê xelkî tevlîhev bike û ratiya şêlû bike, bi cidî dixebite. Ew hêşta nizanin naveroka wê rêkeftinê çiye û derfet jî bi me neda heta em vegerin û ji wan re naveroka wê lihevhatinê zelal bikin. ji ber xwe daxuyanî derxistin û nivî nivîsîn û ya ji wan hatî kir bi tenê ji bona xelkê bixapînin, ew wisa hizir dikin asta hişiyariya xelkî têra nake ku di rastiyan bigehin. Xelk gelek ji wê çendê hişiyartir e. Eger wisa nebuya û bi tehrîkirina wî awyê kesan ku beyaname derdixin û nivîsa dinivîsin, du sal beriya niha da gelek tişt biqewmane. Lê xelkê Kurdistanê gelek hişiyar e û têdigehe ka kî rast dike û rastî û şaşiyê ji hev cuda dike. Bi vê têkdana ew dikin, ew nikarin xelkî bixapînin ku armanca wan a sereke xelk xapandine.- Me hikûmeteke heye jê re dibêjin: Hikûmeta Herêma Kurdistanê û di vê hikûmetê de Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Yekgirtuya Îslamî, Komela Îslamî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) beşdar in, kak Qubat Talebanî nûnerê YNKê ye, Yekgirtuya Îslamî û Komeleyê jî nûnerên xwe di hikûmetê de hene. Em nikarin biçin digel hemû aliyan baxivin û li ser detaliyan agadar bikin, ew di rêya nûnerên xwe re agadar dibin.- Çênabe. Heta kengî dê li ser siyaseta bi vî awayî berdewam bin, lingekê wan li nav hikûmetê û lingên din li nav opozisyonê be. Bila xwe yekalî bikin û kîjanê hildibijêrin ew azad in. Xelik baş têdigehe û ew zeman derbas bû ku xelik tênegehe lingeke wan aliyan li nav hikûmetê ye û lingê din derve bi xwesteka xwe û ragehandin û televizyonên wan weke opozisyon teserifê dikin. Mana vê yekê çiye? Gelo ev ne durûyî ye? Ma ev ne ji bo xapandinaxelkî ye? Ma ev ne direwin digel xelkê Kurdistanê dikin? Hikûmet li gor dilê we nîne, kerem bikin tiştek din ji xwe re hilbijêrin. Ev helwesta wan ji bo patiyên wan û cemawerê wan jî nebaşe. Ew bûne hizbên Facebokê. Em bi Facebokê kar nakin, me hikûmeteke heye û em di çarçoveya wê hikûmetê de kar dikin. Ew kiryarên wan bi tu awayî bandorê li ser biryarên me nake û yekrêziyeke baş di nav civata wezîran de heye.Di bersiva pirsekê de ku ew bîrên neftê li deverên nakokdarin (deverên madeya 140) serokwezîr got:- Me deverên nakokdar nemae û ew dever hemû hatine azadkirin. Deverên nakokdar di ferhenga me de nemaye û ev pirst timambûye û weke çend sal berê, axaftin li ser vê pirsê nayê kirin. Bi baweriya min Bexda jî vê rastiyê dizane, ew ever bi xûna pêşmeryeyê Kudistanê ahtine azad kirin. Hêşta bi timamê ne eşkereye ew bîrên enftê li kîjan deverê dibin.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di preskonferensê de got ku, dê bandora rêketina bi kompaniya Russneft re li ser aboriya Herêma Kurdistanê hebe, kompnaiyeke mezin tê Kurdistanê û dê derfetên karî peyda bibin û aborya Kurdistanê geştir bibe û tesîr li ser baştirkirina rewşam êkonomiya Herêma Kurdistnê dibe.

Back to top button