Cîhan

Almanya eskerên xwe ji Încirlikê vedikişîne

Krîza siyasî di navbera Almanya û Tirkiye de kûr dibe. Wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel serdana xwe ya Tirkiye de li gel wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu hevdîtin kir  û di vê hevdîtinê de Tirkiye cardin da xûyakirin ku, parlementerên Alamanya nikarin li Încirlikê sardana eskerên Almanya bikin.Çavuşoglu da xûyakirin ku, tenê parlementerên Almanya dikarin sardana baregehê NATO yê li bajarê Konyayê bikin. Herweha qewl bû ku wezîrê derve yê Almanya hevdîtinekî li gel serokwezîrê Tirkiye Binalî Yildirm bike, lê Yildirim gava dawî ev hevdîtin betal kir.Wezîrê derve yê Almanya da xûyakirin ku, ewê eskerên xwe ji Încirlîkê vekişînin. Ev yek krîza di navbera herdu welatan de heyî kûr tir dike.

Back to top button