Cîhan

Şerê Îranê derxistiye dê bikeve nava Îranê


Rojnama Şerq El Ewset a erebî di nûçeyek ya xwe de dibêje ku, Mihemed Bin Selman prensê Arabistana Siûdiyê gotiye: Erebistana Siûdî û Îran li ser tu tiştekî li hevnakin, tu hevbeşiyek di nava van herdu welatan de tuneye.Selman berdewamiya gotara xwe de dibêje: Sîstema Îranê li ser bingehek radikal hatiye avakirin û dixwaze misilmana bêxe di bin bandora xwe de.Selman dibêje: Şerê Îranê derxistiye , em nahêlin derbasî Siûdiyê bibe û dê ew şer bikeve nava Îranê.Selman dide xûyakirin ku, problemên li gel Îranê heyîn bi rêya danûstandinê nayê çareserkirin. Eve zêdeyî 30 salin rejima Îranê gelên Îranê birçî dihêle da ku bigihê armancên xwe.

Back to top button