Rusya û Tirkiye di pirsa Suriye de wek hev difikirin
Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan sardana Rusya kir û li gel serokê Rusya Vladimir Putin hevdîtinek kir. Putin li bajarê Soçî pêşwaziya Erdogan ûşanda li gel kir. Hevditina Erdogan û Putin 2 demjimêra bardewam kir. Piştî civîn dawî bû, Putin û Erdogan derketin himber medyayê û behsa naveroka civînê kirin.Axavtina ewil Putin kir û got: Pêvajoya ku pêwendiyên me serast bibin temam bûye.Herewha behsa pêwendiyên abori di navbera herdu welatan de kir.Li ser rewşa Suriye jî Putin got: Ez û brêz Erdogan li ser pirsa Suriye wekhev difikirin.Pirsgirêka Suriye tenê bi rêya diyalogê tê çareserkirin. Divê hinek herêmên ewlehiyê bêne ragihandin û balefir nikaribin li ser wan herêman re bifirin.Putin di derbarê Suriye de got: Ew aliyên ku li Astana kom dibin divê biryarekî bidin. Herî dawî ew xwediyê biryarêne. Herweha Putin behsa pewistiya parastina yekitiya axa Suriye kir.Piştî Putin Erdogan axivî û got: Em herdu alî jî dixwazin pêwendiyên me baştir bibin. Di vê derbarê de îradeyek hevbeş heye.Di derbarê rewşa Suriye de jî Erdogan got: Ji bo tradejiya li Suriye heyî , dê tiûta ji destê dostêmin yê hêja Putin were, wê bike ez jê bawerim.Erdogan behsa karanina çekên kimyawî li Idlibê kir û got: Ew kesên ev tawan kirîn dive bêne cezakirin, di vê derbarê em wek hev difikirin.