Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bêrîşa Tirkiye ya Çiyayê Şingalê şermezar kir. YNK dibêje: Xwediyê Şingalê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, çareya herî baş bo Şingalê jî pêkanîna parêzgeheka nû ye li wê deverêye.Polîtburoya YNKê li ser êrîşa Tirkiye li Çiyayê Şingalê ku bû semdea şehîdbûn û birîndarbûna komek pêşmerge, daxuyaniyek belav kir.YNKê êrişa li ser çiyayê Şingalê şermezar kiriye û ragihandiye, du sed sal in li dijî kurdan şer û tundî tê bikaranîn lê hemû jî pûç û vala derketiye ji ber wê jî çare, diyalog û danûstandin e, ji bo dabînkirina mafên demokratîk yên kurdan.Li gorî YNKê, kêşeya Şingalê jî dê bi diyalogê û bi qanûn û pîvanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê were çareserkirin. Ji ber ku xwedanê Şingalê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ne kesekî din, çareya herî baş bo wê deverê jî pêkanîna parêzgeheka nû ye. Eger wisa nebe dê bûyerên mezintir û bi êştir li wir biqewimin.
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
04/07/2025
Ez li ser karê xwe me
Têkildar
Balkêş e ?
Close