Di vê dema referanduma Kurdistana Başûr ji bo serxwebûnê tê gotubêj kirin, ji bo dezgehên netewî û taybetî ji bo ku hemû hêzên pêşmerge di bin bane wezereta pêşmerge de kom bibin proje têne amade kirin.Wek tê zanin li Başûrê Kurdistanê beşek hêzên pêşmerge wezareta Pêşmerge ve girêdayîne. Lê wek din hêzên pêşmergeyên PDKê û YNKê jî hene.Gelek cara ji bo yekkirina van hêzan gav hatin avêtin, lê bi temamî pêknehat. Niha projeyek ji bo arteşek netewî ya Kurdistanê bê damezirandin amede bûye û hemû hêz û alîyên siyasî bawer dikin ku dê ev proje serbikeve.Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge, Cabar Yawer di daxûyaniyek y a xwe de dibêje ku wezereta pêşmerge bi arîkariya pişporên leşkerî yên ku li Kurdistanê kar dikin yên DYA, Britanya û Almanya projeya ku bi çi awayî hemû hêzên Pêşmerge di bin banê wezareta pêşmerge de kom bibin hatiye amade kirin. Yawer dibêje ku ji bo damezirandina Artêşa Kurdistanê ev proje gavek girînge.Ji aliyek din fermendarê giştî yê hêzên pêşmergeyên 70ê Şêx Cafer Mustafa, dibêje astenga herî mezin di rêya yekbûna hêza pêşmerge de rewşa aboriye. Şêx Cafer Mustafa dibêje vê carê di pêvajoya serxwebûna Kurdistanê de, ji bo damezirandina artêşa Kurdistanê projeyek bi hêz amade bûye.Wek tê zanin hêza pêşmergeyên 80ê PDKê ve û pêşmergeyên 70 YNKê ve girêdayîne û hêjmara wan 120 hezar e. Hêjmara pêşmergeyên bi wezareta Pêşmergeve girêdayî niha 43 hezar e.
Pêş
12/10/2024
Li Dihokê peyama xwedî lêderketina destkeftiyên netewî dan
12/10/2024
Dîlok:Hevjîna xwe 4 zarokên xwe kuştin
Têkildar
Balkêş e ?
Close