Polîtîk

Li Amedê bîranîna Serokê Nemir

Îro li Amedê ji aliyê Grûba Diyalog a Dîcle û Firatê ve bîranîna Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî hate lidarxistin.

Di bîranînê de ji gelek aliyên grûp û rêxistin û şaxsiyetên siyasî beşdarbûn. Wekê piştgirî û alîgirên PDK-Bakur, LKD (Lêgerîna Kurdên Demokrat), HAK-PAR, TEV-KURD, Şoreşgerên Demokrat, Serokê Şaredariya Sûrê Abdullah Demirbaş û Komeleya Mîr Celadet Bedirxan ya bajarê Cizîrê amade bûn. Her wiha ji Başûrê Kurdistanê Prof. Dr. Şukriye Resul, Felageddîn Kakayî, Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistana Başûr yê Enqerê Omer Mîranî û  girseyiyekî mezin beşdarî bîranînê bûn.

Di bîranînê de Seyda Silêman KURŞUN bal kişand li ser têkoşîn û jiyana Serokê Nemir û da zanîn ku Başûrê Kurdistan ne weka dewletên dîktator yên wekî Misr, Tunis, Yemen û hwd’e ji ber ku serok û rêveberên Başûrê Kurdistan bi rêyên demokrasiyê hatine hilbijartin û demokrasiya ku di demekî kin de li Başûrê Kurdistan hatiye avakirin ji gelek welatên Ewropayî pêşdetire.

Prof. Dr. Şukriye Resul jî di axaftina xwe de diyar kir ku navê Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî wekê Kurdistan dihat zanîn û li Moskow û li hinek welatên din jî navê Serokê Nemir weka Kurdistan dihat bilêvkirin. Wekî din di axaftina xwe de balkişand ku Serokê Nemir  mezinatiya xwe ji dilnêzîkbûyîn û xwe ji nava gel neqetandinê distend.

Serokê Komeleya Dostaniya Kurd u Tirkan Felageddin Kakayî di axaftina xwe de li ser jiyan û têkoşina Serokê nemir rawestiya û got; Taybetmendiya Serokê Nemir ew bû ku di nav herema Kurdistanê de parastina aşitî û biratiyê bû. Di nav xelkê Kurd û kêmmilletê de tû cûdatî  nedixist û helwesta wî yê herî girîng jî mijara Kerkûkê bû.

Her wiha helbestvanê Kurd Mele Îmadeddîn û Ehmed Kurdî li ser serokê Nemir helbestên xwe bi mêvanan re pêşkeş kirin.

Di dawiya bîranînê de gelek peyam hatîn xwendin.Nameyek li ser navê xwendekarên li başûr Çekdar Elî u Îrfan Bahaddin hat xwendin.

Back to top button