Em rê nadin Kurdistana Serbixwe
Fermandeyê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku, hêzeke partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) li Şingalê ye ragehand ku, bi ti awayî rêkê biserxwebûna Kurdistanê nadin, da zanîn ku, ew xwe bo şereke giran amade dikin.Derbarê vê yekê Fermandeyê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Seîd Hesen di hevdîneka xwe de li gel kanala serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî ya bi navê Afaq TVê ragehand ku, ew şerê li Şingal rûdayî di navbera Pêşmerge û Iraqiyan de bû.Wî berpirsê PKK da zanîn ku, PKK ji bo parastina Êzdiyên Iraqî çûbû Şingalê û wiha got:”Dixwazin Şingal, Telefer û navçeyên din ji destê DAIŞê derînin daku, bixine ser Herêma Kurdistanê û piştre dewleta serbixwe rabgehînin, em vê yekê qebûlnakin”Herwiha diyar kir ku, armanca pêşmerge ewe Şingalê bixine ser Kurdistanê û dewleta Kurdistanê rabgehînin û wiha got:”Bi ti şêweyî em qebûlnakin û rêkê biserxwebûna Kurdistanê nadin.

