Cîhan

Rewşa dijwara koçber û penaberan li Yekêtiya Ewropayê ye

Christos Styliandes berpirsê komîsyona Yekêtiya Eropayê ji bo hevkariyên mirovî û rêvebirina kirîzan, roja 06.03.2017ê li bajarê Hewlêrê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin û hevahengiya leşkerî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bilind nirxand û hêvî xwest ku ew hevahengî di warên din jî de çê bibe.Şandeya mêvan sipasiya xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê kir ku, hemû pêkhateyên cudayên deverê parastine û diparêzin û hevxemî û hevsoziya xwe bi malbatên şehîdên cenga dijî terorê re parve kir.Yekêtiya Ewropayê dê bi berdewamî alîkariya koçber û penaberên destê terorê ku li Herêma Kurdistanê hatine hewandin, bike û di qonaxên bên jî de di warê perwerde û saxlemiyê jî de li deverên hatine azadkirin hevkarî û alîkariyê bikin.Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Yekêtiya Ewropayê re eşkere kir ku hatina koçber û penaberan 35% nifosa Herêma Kurdistanê zêdekiriye û birîndarên arteşa Îraqê yên operasyona Mûsilê li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê tên çareser kirin, vê yekê jî wisa kiriye ku derman li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê kêm bibin, di vî warî de alîkariyên Bexdayê û civaka navdewletî ne li asta pêwîst de ye.Barzanî got ku pêwîste Herêma Kurdistanê jî ji wan qerzên bi Îraqê tên dan sudmend be daku bikare rûbirûyê kirîzên hene bube.

Back to top button