Trump nameyek ji Barzanî re rêkir
Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka Donald Trump nameyek ji bo serokê Kurdistanê Mesud Barzanî rêkir di nameya xwe de Turmp dide kifşkirin ku;bi hevbeşî li ser astenga de zal dibin.Donald Trump Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka, di nameyekî de, ji bo Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê tekez li ser hevkarî û şirîkatiya di navbera her dû aliyan de kiriye û ragihandiye ku bi hevbeşî dikarîn li ser astengan da zal bibîn.Li vê nameyê da, Serokê Amerîka spasî Serok Barzanî kiriye ku di dema hilbijartinê da wekî Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka, nameya pîrozbahiyê şandiye û tekez kiriye ku her çende gefên zêde li rêya me de hene, lê belê bi hevbeşî dikarîn li ser astengan da zal bîn û berjewendiyên xwe yên hevbeş biparêzîn û aştî û aramî û geşbûnê dabîn bikîn.