Polîtîk

Tu alî nikare dest bixe nav karubarên Kurdistanê

Di derbarê rûdanên roja înê 03.03.2017 ya li komelgeha Xanesor ya li devera Şingalê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê gelek nîgeran û xemgîne bi van rûdanan û rênimayiyên pêwîst jî pêşkêşî aliyên peywendîdar û Wezareta Pêşmerge kiriye bo ku kontrola rewşê bikin û nehêlin geş bibe.Li gel eve jî divê hemû aliyek bizanin li Herêma Kurdistanê da tenê dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsin ji îdareya Herêmê. Di heman demî de hîç aliyek nikare dest bixe nav karubarên Herêma Kurdistanê rê li tevgera Pêşmerge bigre.Dr. Umêd SebahPeyvdarê Fermî yêSerokayetiya Herêma Kurdistanê04.03.2017

Back to top button