PAK , PDK-Bakur û PSKê : Em referandûmê protesto dikin
PAK , PDK-Bakur û PSKê :Em referandûmê protesto dikin, em bangi gelê we dikin ku neçin ser sindoqanPAK , PDK-Bakur û PSKê îro (03.03.2017) li Amedê bi daxuyanîyeke hevbeş biryara xwe ya referandûma îlan kirin.Civîna çapemenîyê li Hola Cemîyeta Rojnamêvanan li Amedê bi beşdarbûna Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PDK-Bakurê Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek û rêveber û alîgirên partîyan pêk hat.Di civînê de pêşîyê li ser navê her sê partîyan Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bi Kurdî axaft û biryara partîyan îlan kir. Mustafa Özçelik got :‘’Me wekî PAK, PDK-Bakur, PSK piştî ku biryara referandûmê hate girtin, me got em bi hevdu re helwesteke hevbeş deynin.Me di nava partîyên xwe jî gengeşîyeke demokratîk da destpê kirin.Me xwest bi dor û bereke hîn berfirehtir helwesteke hevbeş tesbît bikin. Lê di encamê de me 3 partîyan bi hevdu re ev biryar girt.Me di vê derbarê de daxuyanieyek hevbeş amade kir.Em bangî hemû partîyan jî dikin ku, rêzê li bîr û bawerîyên cuda bigirin û bila helwesta di derbarê referandûmê de nebe sebebê nexweşîyan di nava partîyên Kurdan de.Em dibêjin her guhertinên di qanûn da , di rêvberîya Tirkîyeyê de çêdibin helbete ku me elqedar dike. Qanûna bingehîn ya heyî jî, ev 18 xalên ketîye rapirsîyê jî me eleqedar dikin. Jiber wê jî, em wekî alîyê Kurdistanî, helwesteke sîyasî datînin û em vê referandûmê protesto dikin.Em bangî gelê xwe dikin ku neçin ser sindoqan’’.Mustafa Ozçelîk aftina weha berdewam kri:’’Em dibêjin qanûnên bingehîn yên heta îro çêbûne gişt jî miletê Kurd û mafê wî yên netewî demokratîk red kirîye; herweha ev 18 xalên guhertinê jî tu tiştî ji miletê Kurd û ji hemû pêkhateyên etnîkî, dînî, olî û mezhebî re nayne. Jiber vê jî em vê Qanûna bingehîn a heyî jî, 18 xalên ku sîstemeke otorîter, takekesî tîne jî protesto dikin. Tercîha me qanûneke bingehîn ya demokratîk û federal e. Em şerê heyî jî, Rewşa Awarte jî , neheqîyên ku li ser gelê me tê kirin jî protesto dikin.Ev referandûm bêyî îradeya me li ser me hatîye ferz kirin; em vê ferz kirinê jî protesto dikin. Protesto bangeke netewî û Kurdistanî ye. Gelê me ji vî şerî ne razî ye, ji sîyaseta wêran kirin û kuştinê ne razî ye. Protesto, vê nerazîbûna gelê me jî dê fade bike’’.Piştî vê axaftinê Serokê Giştî yê PDK-Bakurê Sertaç Bucak axaftinek kir û weha got :”Helwesta me ya hevbeş ji alîyê Birêz Mustafa Özçelik ve hat gotin lê dîsa jî em hinek tiştan lê zêde bikin. Em nabêjin ku ti eleqayan Kurdan di vê referandûme de tune ye. Eleqa Kurdan heye ku em vê helwesta protestoyê dîyar dikin. Em helwesteke hevbeş netewî lidar dixin. Em alternatîfa xwe didin pêş. Em dibêjin qanûneke bingehîn ya demokratîk û federal’’Paşê jî Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek axaftinek kir û wiha anî ziman;” Helwesta me ya hevbeş di daxuyanî hevbeş de hatîye dîyar kirin. Herdu hevalan jî biryara me anîn ziman. Lê em hêvîdarin ku helwestên cuda yên di derbarê referandûmê de, di nav Kurdan de nebe sebebê nakokîyan. Rêza me ji bîr û rayên din re jî heye. Em wan helwestên ku endamên xwe serbest hiştine jî, yên dibêjin na jî meşrû dibînin Lê em dibêjin ‘’protesto’’ li gorî şerdên heyî biryara rastir e.Ev referandûma bêyî îradeya me çêdibe” .Bi zimanê Tirkî jî Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek di derbarê referandûmê de bîr û rayên her sê partîyan di civîna çapemenîyê de anî ziman.Civîna çapemenîyê piştî van axaftinan bi beşa pirs û bersîvan bidawî hat.03.03.2017Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê