Niviskarê Rojnama Sozcu ya tirkî Emin Colaşan , di rojanama xwe de di derbarê sardana serokê Kurdistanê ya Tirkiye û herweha bilindkirina Ala Kurdistanê li balefirxaneyên Stanbul û Enqere nivîsek nivîsîbû.Colaşan hemû sinorên bê ehlaqiyê derbas kirin û nivîsa xwe de heqaret kesayeta Serokê Kurdistanê û Ala Kurdistanê kirîbû.Li ser vê yekê Baroya Diyarbekir û parêzerek ji Şirnex Eli Bayram doz li dijê Colaşan vekirin.Niha jî Parêzerê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye Neşet Bilek, li Enqere li dijê rojnemevan Emin Çolaşan doz vekir.Bilek di doza vekirî de dide xûyakirin ku, Emin Çolaşan, li gora destûra heyî meddeya 216ê tawan kiriye. Çolaşan xelkê teşvîqê dijminatiyê, kînê dike. Çolaşan heqaret kiriye. Divê ew li gora vê maddeyê bê cezakirin.
Pêş
05/06/2026
Asaib û tabûrên Îmam Elî dest bi radestkirina çekan kirine
05/06/2026
Em bangî gelê xwe yê Qoserê dikin ku bi berpirsyarî û baldarî tevbigerin
Balkêş e ?
Close


