PKK hawara xwe digehîne serokwezîrê Îraqê

Berpirsekê Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) ku grûpeke çekdare û ji aliyê PKKê ve li Şingalê hatiye avakirin û fermanên xwe raste rast ji Qendîlê werdigre, hawara xwe digihîne Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê û bang li Ebadî dike û di şerê dijî pêşmergeyên Kurdistanê de alîkariya wan bike.Li gor wî berpirsê YPŞê Şingal hêşta di warê îdarî de girêdayî Îraqê ye û divê Îraq piştevaniya wan bike.Ew berpirsê PKKê dibeje ku berî niha jî ew digel Heyder Ebadî û berpirsên din yên Îraqî axavtibûn ku Şingal bibe kantonek, îdarek serbixwe û girêdayî Bexdayê be.Li gor wî berpirsê PKKê çûna pêşmergeyê Kurdistanê bo Sinûnê, armanc jê jinavbirina xebatên bikantonkirina Şingalê ye û ew jî dê li hember pêşmergeyan liber xwe bidin jiber ku hêşta wezîfeya wan bidawî nehatiye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: