Gundê balkêş:Panmunjom
Wezîra derve ya Avustrulyayê Julie Bishop serdana Panmunjom kir.Panmunjom gundek balkêşe û sinorê Koreya Bakur û Başûr e. Dema şerê navbera herdu Koreyan de, sala 1953 27ê Temuzê ji bo sekinadina şer û aşitiyê li vî gundî hevdîtin hatin kirin û peymanek hate îmzekirin.Gundê Panmunjom kolan bi kolan sinor hatiye danîn. Avahiya ku peymana li hevhatinê lê hatî îmzekirin bi xwe jî du beşin beşek Koreya Bakur û Beşek jî ya Başûr e. Heta radeyekî maseyê ku peyman li ser hatî îmzekirn bi xwe nêvî sinorê Bakur û nîvê din jî yê Başûr de maye.Piştî 1953ê, bi tu awayî pêwendî di navbera xelkê Bakur û Başûr de tunebû. Telefon nebûn û nedikarin nameyan jî ji bo hev rêbikin. Çûyin hatin qet nebû. Bi hezaran malbet bibûn du beş û bi dehên salan tu agahdarîya wan ji hev tînebû.


