Polîtîk

Daxûyaniyek di derbarê damezirandina PDKê de

 Komisyona Bilind Damezirandin a Partiya Demokrat a Kurdistanê di derbarê xebata ku dikê de daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.Ji bo raya giştî ya Kurdistanê,Hewldanên damezrandina PDKyê bi ruh û baweriya 1946 û 1965an ku wek projeya neteweyî li bakurê Kurdistanê bûye pêwîstiyeke stratejîk, gihiştiye qonaxeke giring.Di xebata damezrandina PDKyê de, destûr û bernameya partiyê hatiye amadekirin ku bi daxwazên neteweyî û demokratik xebata meşru û zemîneya yasayî esas digire.Herweha heyeta damezrêner ku bi beşdariya gelek aliyên kurd û Kurdistaniyan pêk hatiye, gihiştiye qonaxeke giring û ev xebata hanê jî ber bi dawiyê hatiye. Di demeke guncav a siyasî de dê serlêdana fermî ji bo damezrandina partiyê bê kirin û damezrandina PDKyê were ragihandin.PDK ji bo tevahiya kesayetî û aliyên kurd ên neteweyî re vekiriye. Em li hêvî ne, ku xelkê me dê bi berpirsyarî û hesasiyeteke niştimanî beşdarî û alikariya hewladanên me bike. Di heman demê de divê mirov ji wan guftûgo û polemîkan dûr bikeve ku ji berpirsyariya niştimanî dûr in û ne di berjewendiya xet û xebata neteweyî de ne.Her cure daxuyanî û ronkirinên siyasî ku bi xebata damezrandina PDKyê re girêdayî ye, tenê Komisyona Damezirêner a PDKyê jê berpirsiyar e. Ji derveyî beyanatên vê komisyonê tu daxuyaniyek vê xebatê girê nade. (16.02.2017)Komisyona Bilind Damezirandin a Partiya Demokrat a Kurdistanê

Back to top button