Siyaseta Amerika ya Rojhilata Navin diguherê
Doh li Qesra Sipî serokê Amerika Trump pêşwazî li serokwezîrê Israil Netanyahu kir. Eve demek bû çavên cîhanê li vê hevdîtinê bû. Trupm bi gelek germî pêşwaziya Netanyahu kir û piştî civîna di navbera wan de derketin himber medyayê û behsa naveroka civînê kirin.Ji bo pirsa Filistinê Trump got: Du dewlet yan jî dewletek, ez çareseriya herdu alî bixwazin dixwazim. Herdu alî çi bixwazin ezê wê qebûl bikim. Ez li gel herdu pêşniyara jî dikarim bijîm. Demekî ez difikiriyam ku çareseriya du dewletan baştire. Ez vekirî bêjim; Netenyahu, Îsrail û Filistinî memnunbin ez jî memnunim.Trump bersiva pirseki di derbarê veguhaztina balyozxana Amerika ji Tel Avîv ji bo Kudûsê de got: Ez dixwazim ku veguhaztina balyozxana amerika ji bo Kudûsê bibînim. Em gelek bi hesasî li vê pirsê dinêrin. Emê bibînin ku dê ev yek pêkwerê.


