Cîhan

Du teroristên hemwelatiyên Swêd û Danimarka hatin girtin

Du teroristên DAÎŞê ku hemwelatiyên du welatên ewropine li Edenê ji aliyê polisan ve hatin girtin.Li bajarê Edenê ya Tirkiye du endamên DAÎŞê,ku yek hemwelatitê Swêd û yê din jî hemwelatiyê Danimarkaye hatin girtin.Yek ji teroristan eslê xwe Iraqîye û niha jî hemwelatiyê Swêd e. Navê wî Muhammed Tofik Saleh e.Teroristên din jî eslê xwe ji Libnaniye û hemwelatiyê Danimarka ye. Navê wî Muhammed Laban e.Hedu teroristan demek dirêj di nava DAÎŞê de şer kirine û piştre ji bo hinek çalakiyan hatine Tirkiye da ku derbasî Ewropa bibin.Li gora polisên tirk didin xûyakirin ew bi nasnameyên sexte hatine girtin.

Back to top button