Polîtîk

“ Tirkiye wek eyaleta dabeş dibe“

Li Tirkiye di derbarê guhertina destûrê û ji bo qebûlkirin yan ji red kirina guhertina referendum di rojeva siyasetê deye.Her aliyek siyasî li gor xwe şirova dike û helwesta xwe dide kifşkirin. Partî û rêxistinên Kurd, piraniya wan ji guhertinên destûrê ne razî ne û dibêjin pirsa kurd di van guhertina de cih negirtiye.Ji aliyek din partiyên Kurdistanî  vekirî daxwaziyên xwe didin pêş û helwesta xwe didin kifşkirin.HDP û aliyên pêve girêdayî helwesta xwe diyar kirine û dibêjin Na.  Ji xwe HDP di sedema xwe ya ku dibêje Na de tu sedemek Kurdistanî nayne hole û behsa demokratize kirina Tirkiye dike û ji destûrê behtir pirsa AKPê tînê rojevê.Lê hinek aliyên dibêjin Na.. îdia dikin ku guhertinan de bi aweyek weşartî pirsa eyaletan jî cih girtiye.Di malperekî Tirkî de bi vî awayî vê yekê dinirxîne.(Tirkiye wek eyaleta dabeş dibe)Dibêje: “ Di maddeya 16ê de avakirina eyaleta heye.Ev bi awayekî weşartin ku parlementeran jî qet ferq nekir.Maddeya destûrê ya 123. Dibêje: Îdare bi dezgeh û erkên xwe yekdeste. Bi qanûna tê pêkanin. Avakirin û bi erkên xwe ji nawendê tê îdare kirin û di cihê xwe de jî li gora qanûnê tê îdarekirin.Wek dixweyê ev hemû bi qanûna yanî biryara parlementoyê tê pêkanîn.Lê guhertina destûra nû de tê gotin ku: … Bi qanûn yan jî bi biryara serokkomar tê pêkanîn. Ev tê wateya ku herêmên otonom, eyalet û herêmên xweser bi biryarek ya serokkomar tê avakirin.Yani biryar di destê serokkomar de ye.“https://resistancehonorable.blogspot.se   

Back to top button