Mîranî: Me vekirî û bizelalî behsa serxwebûnê kir
Sekreterê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) eşkere dike ku wan di civîna digel şandeya Hevpeymaniya Niştimaniya Şîye de bi zelalî beha serxwebûna Kurdistanê kir.Piştî civîna navbera Hevpeymaniya Niştimaniya Şîye û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê, Fazil Mîranî sekreterê polîtbûroya PDKê di preskonferensekê de got ku, di civînê de behsa aştbûna niştimnaî hat kirin, danûstandin di atmosfereke birayane de bûn û di civînê de biryar hat dan komîteyeke siyasî û hikûmî ji hemû aliyan bê pêkanîn û digel Hevpeymaniya Niştimaniya Şîye danûstandina bikin:- Me behsa federaliyê yan jî konfederaliyê kir. Me behsa pirsa serxwebûnê jî kir. Ev jî destpêkek başe ku me bê şerm behsa pirsa cudabûnê û mafê çarenûs kir.- Di civînê de ku nûnerên pêkhateyan jî amadebûn, wan jî dîtinên xwe beçav kirin.- Em gihiştin biryarê ku ji bona berdewamiya danûstandinan, du komîte bêna avakirin û şandeyeke Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê. Em dê lêbixebitin ku Tevgera Goran jî di wê şandeyê de cî bigire û bi hevbeşî digel birayên xwe li Bexdayê vê pirsê gotûbêj bikin, lê vê pirosesê nefesek dirêj û wextek baş divê.- Me hemûyan bi hevbeşî Îraq ava kir, ji ber vê yekê mafê me ye em biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, digel Îraqê bîn yan cuda bîn.Weke tê zanîn şandeyeke balaya Hevpeymaniya Niştimaniya Şîye bi serokatiya Emar Hekîm serdana Hewlêrê kir û, cuda, digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên siyasiyên Kurdistanê civiyan.Di civîna digel aliyên siyasî, hema bêje hemû partî û nûnerên pêkhateyan amadebûn, bi tenê Tevgera Goranê di wê civînê de amade nebû.