Cîhan

Merkel li Tirkiye bû

Tirkiye îro pêşwaziya serokwezîra Almanya Angela Merkel kirPiştî hewldana darbeya 15 tebaxê li Tirkiye, cara yekeme Merkel sardana Tirkiye dike. Merkel û Erdogan hevdîtin û civînek kirin.Wek tê zanin eve demeke di navbera Almanya û Tirkiye de problemên siyasî hene û hatina Merkel ji bo vê yekê jî gelek girînge.Piştî civînê Merkel û Erdogan derketin himberê medya û behsa naveroka hevdîtinê kirin. Erdogan di axavtina xwe de got: Me di derbarê Yekitiya Ewropa û rewşa Nato yê de gotubêj kirin. Di pirsa ekonomiyê de niha hacmî ticareta me 35 milyar dolar e.Me got ku emê çewe vê pêştir bêxin.Erdogan beşek din axavtina xwe de da xûyakirin ku ew li ser rewşa Suriye û Iraqê sekinîne. Erdogan got: me behsa bi hevre emê çewe şerê terorê bikin kir.Erdogan da kifşkirin ku, 3 milyon hemwelatiyên wan li Almanya dijîn, ji bo vê jî gelek girînge ku em bi hevre li dijê hemû cureyên terorê bisekinin.Piştî Erdogan Merkel axivî û got: Ez piştî 15ê temuzê cara yekem serdana Tirkiye dikim û wê şêvê me dît ku gelê Tirkiye çewe ji bo demokrasiye sekna xwe da nîşandan.Merkel berdewamiya axavtina xwe de behsa azadiya rojnemegeriyê jî kir û behsa xebata rojnemevanên Almanî li Tirkiye kir.Merkel behsa terorê jî kir û got: Me behsa terorê û PKK jî di nav de emê çewe  li dijê terorê bi hevre xebatê bikin.Dawiyê de Merkel got ku, ji bo me her pirs gelek vekirî gotubêj kir ez spas dikim.

Back to top button