Giyanê damezirandina Komara Kurdistanê li Başûr şîn dibe
Ji berî niha 71 salî 1946ê li Mahabadê rojhilata Kurdistanê bi pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed Komara Kurdistanê hate ragihandin. Ala Kurdistanê li ser avahiya komarê hate bilind kirin. Belkî temenê Komara Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê ne dirêj bû. Lê di dîrokê de hate ispatkirin ku kurd jî wek her miletekî dikarin dewleta damezirînin û xwedî bikin. Herweha damezirandina dewletekî mafê herî rewa yê Miletê Kurd e.Ji aliyek din damezirandina Komela Kurdistanê li Rojava bû wek sembûlek ya yekgirtina Kurdan. Taybetî serokê nemir Mistefa Barzanî bi hemû imkanên xwe li tenişta pêşewa Qazî Mihemed sekinî û heta gava dawî erkê xwe yê netewî pêkanî.Îro dema em piştê 71 salî Komara Kurdistanê bi bîr tînin, divê ew ruhê netewî li wê derê peyda bûyî, ew hevkariya hatî kirin û yekitiya netewî ku damezirandina komarê de hatî avakirin, hêvî dikin ku di roja me de jî li Başûrê Kurdistanê vê prosesa ku ragihandina dewleta Kurdistanê tê gotubêj kirin cardin bêxin rojevê.Têgihandina naveroka damezirandina Komela Kurdistanê eve û divê em cardin wî ruhê netewî pêşbêxin û hîmê yekitiya netewî bi hêz bikin.Çewe doh li Mahabatê li dora Qazî Mihemed kurd civiyan, bila îro jî bi armanca Kurdistanek serbixwe li dora Mesud Barzanî bicibin.Ew ala ku li Mahabatê bilind bûyî, îro li Hewlêr tê hejandin.Divê baş bê zanin ku di Rojhilata navîn de heta kurd li ser axa xwe nebin xwedî dewlet, tu demana jiyanek azad ji bo kurda tuneye.Ew helwesta Barzaniyê nemir li Mahabatê li himber pêşava Qazî Mihemed dayî nîşandan bila kurdên beşên din li Hewlêr bidin jiyandin.Bi hêviya ku salvegera 71mîn salvegera danezirandina Komara Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê, sala 2017ê dewleta Kurdistanî li Başûr bibînin.22.01.2017Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye(PDK-T)