Polîtîk

Mînaka Li Ber Çavan Komara Kurdistan

MÎNAKA Lİ BER ÇAVAN KOMARA KURDISTANMiletê Kurd bi sedsalan e ji bo dewletbûnê têdikoşe. Li hember vê jî dagirker û dijminên Kurdan bi hemû hovîtiyên xwe dixwazin vê têkoşînê têk bibin. Ji bo vê yekê tu xerabî nemaye ku nekirine. Lê ji nav hemû kiryarên wan ên herî xeter, êrişên wan ên li hişmendiya netewî ne.Di encama stratejiyên dagirker û dijminên Kurdistanê de îro ji aliyê qismek Kurdan ve propagandaya bêdewletbûnê tê kirin. Qismekê Kurdan jî dîsa bi tesîra wan stratejiyan difikirin ku Kurd dewletekê ava bikin jî nikarin bi rê ve bibin.Helbet dagirker û dijminên me dixwazin ku fikrê bêdewletbûnê û nekarîna birêvebirina dewletê ji aliyê Kurdan ve di navbera Kurdan de bela bibin. Lê ger miletê Kurd rewşa cihanê bigre ber çav û bi dîroka xwe bizanibe wê bi hêsanî bibîne ku ew her du fikir jî pûç û vala ne.Piştî şerê cihanê ya duyem di sala 1946an de li Mahabadê ya rojhilata Kurdistanê bi Pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed Komara Kurdistanê hate damezrandin. Emrê Komara Kurdistan gelek kin bû lê di wê emrê kin de gelek karên baş hatin kirin. Ger em hew Komara Kurdistanê û xebatên ku di wan 11 mehan de hatine kirin binirxînin jî, emê bibînin ku Kurd bileksê ku dagirker û dijminên me dibêjin, gelekî baş dikarin dewletekê bi rê ve bibin. Komara Kurdistanê bi xwe mînakeke li ber çavan û nêzîk e ku Kurd dikarin dewletê baş bi rê ve bibin.Piştî Komara Kurdistanê îro Hikumeta Kurdistanê jî li başûrê Kurdistanê mînakeke zindî ye. Di rojhilata Navîn a ku di warê demokrasiyê û mafên mirovan de li dû cihanê maye de bûye hêlîna pêkvejiyanê û mînaka çanda xweşbîniyê.Dagirker û dişminên Kurdistanê her çi qas bixwazin têkoşîna me ya dewletbûnê têk bibin û ji bo wî jî hemû rêyan bi kar bînin jî, miletê Kurd bi dîroka xwe, bi hêza ku ji Komara Kurdistanê distîne û bi rihê 1946an a li Qada Çarçirayê wê têkoşîna xwe bibe serî.Em bi minasebeta salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li Mahabadê damezrênerê komarê Pêşewa Qazî Mihemed, parastvanê komarê Nemir Mele Mistefa Barzanî û hemû kedkar û cangoriyên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bawerin ku bi hêza ku ji bîranînên wan distînin, emê vê têkoşînê bibin serî û daxwaza hemû şehîd û kedkarên Kurdistanê bînin cih.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ22.01.2017

Back to top button