Li Şaxa PSKê ya Amedê Salvegera Komara Kurdistan a Mehabadê Hate PîrozkirinDi 22ê Çileya Paşîn a 2017an de, li Şaxa Amedê ya PSKê  71. salvegera Komara Mehabad a Kurdistanê, bi çalakiyekê hate pîrozkirin.Çalakî, li avahiya Şaxa PSKê ya Amedê û  bi  beşdariya endam, alîgir û nûnerên partî û saziyên sivîl hate lidarxistin.Çalakî, bi rêzgirtina ji bo hîmdarê Komara Kurdistan a Mehabadê Qazî Mihemed û hevalên wî û şehîdên Kurdistanê û bi sirûda neteweyî Ey Reqîp dest pê kir.Di çalakiya salvegera Komara Kurdistan a Mehabadê de,  Serokê Şaxa PSKê ya Amedê Vedat Dede axaftinek kir. Dede, di axaftina xwe de got ku “Avakirina Komara Mehabadê,  di encama şertên welêt û derveyî welêt ê destdayî de hatiye avakirin û di hilweşandina wê de jî bandora ev şertên nav welêt û derveyî welêt hebûye.Komara Mehabadêbi tenê  yanzdeh mehan avakirî  ma û mirov dikare bibêje ku di hilweşandina wê de rola gelek faktoran hebû. Di serî de Rûsya êû dewltên bihêz ên wê demê Komara Kurdistanê bi tenê hiştin, çendin eşîrên ku piştgirî dabûn Qazî Mihemed ref guhartin û li gel rejîma Îranê cih girtin û ev yek jî  hilweşandina komarê hêsantir kir.Vedat Dede axaftina xwe wiha domand. “Em wekî  PSKê ji avakirin û xirabkirina Komara Kurdistanê gelek dersan derdixin û ji helwest û bixwebawerbûna  Pêşawa Qazî Mihemed  sûd werdigirin, wê ji xwe re dikin rêbaza tekoşîna neteweyî . Em Qazî Mihemed, hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.”Piştî axaftina Vedat Dede, slaytek ku ji bo salvegera avakirina Komara Kurdistanê hatibû amadekirin, hate  temaşekirin.Dû re rojnamevan û akademîsyenê ji Rojhilatê Kurdistanê Bêhrûz Şûcai li ser Komara Kurdistanê axivî. Şûcaî di axaftina xwe de balkişand ser hinek taybetiyên Komara Kurdistan a Mehabadê. Şûçaî got ku “Rêvebiriya Komarê girîngî daye xebatên jinan û ciwanan û di wê demê de yekîtiya jinan û ya ciwanan hatiye damezrandin. Gava ku civata Rojhitala Navîn di bin nîrên dijayetiya jinan de êsîr mabû Komarê beşdariya jinan a civakê kire mîhvereka esasî ya pêşxistina xebatên civakî yên kurdewarî. Nîrxên demokrasiyê ji bo komarê bûne bingeh. Hêj ku Danezana Mafên Mirovan nehatibû ragihandin, Komar li ser bingeha mafên mirovan û parastina nasnameya mirovî hatibû damezirandin. Zarokên hejar li ser malbatên dewlemend hate belavkirin û perwerdehiya wan li wan malbatan hate spartin. Ji bo hejaran malên feqîran têne vekirin, ew ji bo pîşeyan û beşdarbûna civakî têne perwerdekirin. Komara Kurdistanê biryara civakeke dadwerane da ku dewletên refah ên Ewropayê jî li ser wê bingehê hatine avakirin.Dema ku tekrengî asoya damezirandina piraniya civakên dinyayê bû Komarê pirrengiya civakî kire himê civaka kurdewarî.  Şûcaî, axaftina xwe wiha domand, “Mele Mistefa Berzanî  weke Serokerkanê Komarê erk girte ser xwe. Bingehên serxwebûna Kurdistanê li Mehabadê hate avêtin.  Bi avakirina Komarê, hişmendiya neteweyî gihişte asta herî bilind. Şuçaî di dawiya axaftina xwe de got ku dersa herî mezin ku em ji Pêşewa Qazî  werdigirin ew e ku em di oxirê da rastî gelek binketiyan bên jî  serkeftina dawi her a me ye. Em ê rojekê zafermend derkevin, ji ber ku heqê me hatiye xwarin, heq li ba me ye.Piştî axaftina Şûcaî peyama Polîtburoya PDK-Î, ji aliyê endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya PSKê  Remezan Moray ve hate xwendin. Peyama PDK-Î ya ji bo çalakiyê li jêrê ye.Çalakî bi senfoniya Dilşad Seîd a bi navê “Pêşmerge” bi dawî hat.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: