Kurd serketin dema serxwebûna Kurdistanê ye
Lêkolerên Amerîkî: Kurd di şerê cîhanî yê sêyem de biser ketin..Dema serxwebûna Kurdistanê ye Lêkolerên diyar ên Amerîka bi şêweyekî giştî yeknêrîn in li ser wê yekê ku Kurd di vî şerê li dijî terorê de, ku wek şerê cîhanî yê sêyem tê dîtin, serkeftî derketin. Herwiha ew lêkoler vê qonaxê wek demeke baş dibînin bo diyaloga di navbera Hewlêr û Bexda de li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê.Niha nêzîkî 64 dewletên cîhanê di şerê li dijî terorê de beşdar in. Lê lêkolerên siyasî yên Amerîkî vî şerî wek şerê cîhanî yê sêyem dibînin û dibêjin ev şerê cîhanî yê li dijî terorê ye. Hêzên Pêşmerge di bin fermana rasterast a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de karîn mezintirîn serkeftin di vî şerî de bidest ve bînin. Pêşmerge sînorên xwe diyar kirin û armancên DAIŞê jinav birin û aramiya siyasî vegerand navçeyê.Derbarê siyaseta niha ya Herêma Kurdistanê û serkeftinên Kurdistanê, wan lêkolerên Amerîkî bo qonaxa piştî DAIŞê berê xwe dane paşeroja Herêma Kurdistanê û bi nêrîna hemûyan, Kurd di nava guhertinên navçeyê de dewlet in.Lêkolerên navdar ên Amerîkî, ku bi awayekî rasterast bandorê li ser siyaseta welatê xwe dikin, nexasim bo pirsa Rojhilatê Navîn.Nîkolas Hras, lêkolerê taybetmend bi pirsên Rojhilata Navîn dibêje, îdareya nû ya Amerîka zêdetir pişta Kurdan digire di şerê cîhanî yê li dijî terorê de û Amerîka bi awayekî mezin baweriyê bi Kurdan dike. Ev lêkoler şerê li dijî terorê wek şerê cîhanî yê sêyem binav dike û ji ber serkeftina Kurdan di wî şerî de dibêje, tê çaverêkirin ku îdareya nû ya Amerîka zêdetir pişta Kurdan bigire.Devid Romano ku mamosteyê zanîngehê ye li eyaleta Mîsûrî dibêje, îdareya Trump bi awayekî pir cuda kar ligel Herêma Kurdistanê dike, ev yek jî bûye sedem ku welatên navçeyê dilgiran bibin û bitirsin ku deriyê serxwebûnê li piştê ji Kurdan re bê vekirin.Maikl Naits, Lêkoler ji Peymangeha Washington bo Karûbarê Rojhilata Nêzîk, dibêje, baştirîn bijarde bo Iraq û Herêma Kurdistanê, ew e ku bi riya diyalogê bigihên rêkeftinekê li ser pirsa serxwebûna kurdistanê yan Konfedraliyê de bo Herêma Kurdistanê. Ji ber ku eger serxwebûna Kurdistanê eger bi riya Bexdayê re be, gelekî baştir e ku eger bi riya Enqere yan Koşka Spî re be.Li gorî lêkolîneke Harlman Olman Şêwirmend ji navenda Lêkolînê ya Atlantic a Amerîkî, baştirîn bijarde bo aramiya Iraqê, perçebûna Iraqê ye di navbera Şîe, Kurd û Suneyan de. Trump jî vê mijarê dipejirîne û piştî nemana DAIŞê ev baştirîn çareserî ye bo aramiya navçeyê.Welîd Faris, Şêwirmendê siyasî yê Serokê nû yê Amerîka Donald Trump bo Rojhilata Navîn, ragihandiye ku Trump dixwaze dostayetiya Amerîka ligel Kurdan zêde bike û eger Kurd biryara serxwebûnê bidin dê Trump li ser wê yekê razî be.