Dosya

2016 sala serkeftina Pêşmerge û kifûkirina tixûbên Kurdistanê bû

Serkeftinên Hêzên Pêşmerge di heyama şerê li dijî terorîstên DAIŞê de, li cîhanê deng vedan û Pêşmerge sala 2016 wek saleke dîrokî bo Kurdistanê tomar kir û di encama wan serkeftinan de sînorekî nû ji Kurdistanê re hat diyarkirin. Ev 2 sal e ku Herêma Kurdistanê ketiye ber êrişa terorîstên DAIŞê, lê bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên qehreman û alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî, bi xwîna şehîdan û piştî şerekî giran, tevahiya axa Kurdistanê hat rizgarkirin û sînorê Kurdistanê hat xêzkirin. Gelek serok û serkirdeyên cîhanê, Hêzên Pêşmerge wek hêzekî parêzer li mirovatiyê wesif kirin û gotin ku ev hêz li şûna hemû cîhanê şerê terorîstan dike û mezintirîn rêxistina terorê li cîhanê şikandin. Emê ji we re behsa hinek serkeftinên Pêşmerge di sala 2016ê de bikin:Di 5-1-2016 çend xwekujên DAIŞê li emiya Başîkê bi piştîneyên bombekirî hewl dan bi dizî êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge bikin û xwe biteqînin, lê Pêşmerge rêgirî li wan kir û hewla wan pûç kirin.Di 9-1-2016 hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 3 rokêtên katyoşa li eniya Mexmûrê avêtin ser navendên DAIŞê, ku ev cara yekê ye ew cureyên rokêtan bikar tên.Roja 3-2-2016ê Hêzên Pêşmerge bi alîkariya çekdarên eşîrên ereb ên navçeyê û balafirên şer ên Amerîka operasyonek li ser gundê Kudîle yê rojavayê Mexmûrê lidar xistin û di encamê de ew navçe kontrol kirin.Di roja 17-2-2016ê de, di topbarneke çekdarên DAIŞê de li ser başûrê Mexmûrê, ku gaza Kilor tê de bikar anîn, 3 Pêşmerge birîndar bûn.Roja 8-4-2016ê, çekdarên DAIŞê bi pilanekê êriş kirin ser çeperên Hêzên Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê, lê êrişa wan hat têkbirin û bi dehan çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.Roja 30-4-2016ê çekdarên DAIŞê li eniya Xazirê 50 rokêt bi madeyên kîmyayî avêtin ser çeperên Pêşmerge û di encamê de pêşmergeyek birîndar bû û di heman rojê de li eniya Başîkê jî êriş kirin ser çeperên Pêşmerge. Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan şikandin, lê 2 Pêşmerge şehîd ketin.Her di 30-4-2016ê de, Hêzên Pêşmerge û hêzên Heşda Şeibî li başûrê Kerkûkê operasyonek hevbeş bo kontrolkirina gundê Beşîr kirin û di encamê de ew gund rizgar kirin.Di 14-5-2016ê de, çekdarên DAIŞê bi çekên giran, çeperên Pêşmerge topbaran kirin û tê de madeyên kîmyayî bikar anîn. Êriş hat têkbirin lê 17 Pêşmerge birîndar bûn.Roja 18-5-2016ê bi dehan çekdarên xwekuj ên DAIŞê bi piştîneyên bombekirî êriş kirin ser çeperên Pêşmerge li Askî Mûsilê û piştî rûbirûbûna wan ligel Hêzên Pêşmerge, ew êrişa DAIŞê hat têkbirin û 11 xwekuj beriya ku bighên nava Pêşmerge, hatin kuştin. Hevdem 3 Pêşmerge birîndar bûn.Roja 29-5-2016 Hêzên Pêşmerge operasyonek li eniya Xazirê dan destpêkirin û karîn 9 gundên Kurdistanê rizgar bikin.Roja 23-7-2016 li eniya rojavayê Kerkûkê girûpeke DAIŞê xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirin.Di 15-7-2016ê de li sînorê qezaya Daqûqê çekdarên DAIŞê êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, lê Pêşmerge êrişa wan têk birin.Roja 16-7-2016 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Şingalê li navçeyên Domîz û Qabûsiyê û Gir Uzêr êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge. Ew êriş bi şikandina DAIŞê û kuştina 60 çekdarên wan bidawî hat.Roja 14-8-2016 Hêzên Pêşmerge dest bi operasyonekê kirin bo kontrolkirina 12 gundan li eniya Giwêr – Mexmûr û operasyon bi serkeftî bidawî hat û pira Giwêrê jî hat kontrolkirin, ku xaleke stratejîk bû bo derbasbûna hêzên bejayî bo kontrolkirina Mûsilê.Roja 17-10-2016 Hêzên Pêşmerge dest bi operasyona rizgarkirina Mûsilê kirin. Di demeke kurt de Hêzên Pêşmerge bi dehan gund û bajarokeke bakurê Mûsilê rizgar kirin û bi vê yekê jî artêşa Iraqê çû nava Mûsilê û heta niha jî ew şer berdewam e.Roja 16-11-2016 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Başîkê kir û rizgarkirina wî bajarokî bi temamî ragihand. Di wê serdanê de Serok Barzanî ragihand ku nêzîk dê axa Kurdistanê bi temamî ji DAIŞê bê rizgarkirin.   

Back to top button