Civak

Roja şehîdên pêşmergeyên roj

Li bajarê Duhokê merasîmek taybet bo roja şehîdên leşkerê roj birêve çû û bi amadebûna nûnerê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Şêx Umran Barzanî, berpirsê leqa yek Ebdalxaliq Babîrî, berpirsê leqa 20 a PDKê li Şêxanê Elî Ewnî û herwaha fermandarê fermandeya hêzên Zîrevanî Lîwa Ezîz Weysî merasîm birêve çû. Berpirsê leqa yek a PDKê Ebdalxaliq Babîrî diyar kir: ‘’Leşkerê roj û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne sembola berxwedanê û bûye hêzekî stratejîk a hevpeymaniya cîhanê di têkbirina terorîstên DAIŞê de. Me gelek şehîd dane bo parastina ax û xelkê Kurdistanê. Îro li rojhilata navîn ku gohertinên giring lê pêktên, divê em jî wekî kurd xwe di dora peyama Barzanî de bikin yekrêz û xwe li gor her gohertinekê amade bikin û dewleta xwe ya netewî ava bikin.’’
Back to top button