Polîtîk
Em êrîşa terorîstiya hanê bi tundî mehkum dikin
Partiya Sosyalista Kurdistanê namyek radestî serokatiya Partiya Demokrata Kurdistana Rojhilat kir .Name:Bo Serokatiya Partiya Demokrata Kurdistan (Rojhilat) Hevalên tekoşer,Me bi xemginiyeka giran ve bihist, baragahê we ya navendî ketiye ber êrîşa teroîistî ya nahezên Kurd û Kurdistanê, di encama vê êrîşê da Pêşmerge, kadr û endamên we şehîd û birîndar bûne.Em êrîşa terorîstiya hanê bi tundî mehkum dikin.Serxweşiya xwe pêşkeşê we û bi rêka we ve pêşkeşê malbata şehîdan dikin, herçi zûtir qenç bûna birindaran dixwazın.Her usa ji karbidestên Herêma Kurdistanê dixwazin, ku kiryarên karê terorîstiya hanê eşkere û dadigeh bike û binasine.Rûhê şehidan şad, ciyê wan behişt be.21.12.2016Mesud TekSerokê Giştî