Li himber HDPê operasyonek mezin hate kirin
Îro berê sibehê li dijê endam û berpirsên HDPê li hinek bajaran operasyon çûbû. Di operasyonê de mal û cihên berpirsên HDPê de lêgerin çêbûn û gelek ji berpirsan hatin binçav kirin.Li Stanbulê avahiya HDPê de lêgerin çêbû . Di encam de seroka HDPê ya şaxa Stanbulê Aysel Guzel û 20 endamên partiyê hatin binçavkirin.Li Bajarê Edenê jî serokê şaxa Edenê yê HDPê Huseyin Beyaz û 25 berpirsên din hatin binçav kirin.Enqere:Di encama heman operasyonê de serokê HDPê yê Enqere Ibrahim Binici û 17 kesên din hatin binçav kirin.Li Mêrsînê jî hevserokên şeredariya Akdenizê Mehmet Fazil Turk, Yuksel Mutlu û serokê şaxa Mersînê yê HDPê Sadun Dogan û 50 endam û berpirsên HDPê hatin binçav kirin.Kesên hatin binçav kirin birin avahiya asayîşê û dê wan bibin dozgeriyê.Taybetî piştî teqîna Stanbulê çêbûyî ev operasyona berfireh li himber berpirs û endamên HDPê balkêşe.