Wezîrê berevaniya Amerika li Kurdistanê bû
Roja 11.12.2016 li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Ashton Carter Wezîrê Berevaniya Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Elissa Slotkin Cîgirê Wezîrê Berevanî û Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û General Dawnsênd Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraqê û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên Wezareta Berevaniya Amerîka pêkhatibû.Li civînê de Wezîrê Berevaniya Amerîka spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge ya li serkirdayetîkirina şerê Da’îş û têkşikandina terorîstan kir û her wiha pêzanînên xwe ji bo hemahengî û karê hevbeşa Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê hebû ku bûye sedema hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û bi vê sedemê ve destkeft û serkeftineke mezin li şerê Da’îş de bi dest ve hatiye.Her wiha spasî bi cîh gihandina sozên Serok Barzanî û Pêşmerge ya li bi cîhkirina rêkkeftinan û têkşikandina Da’îş kir. Eve jî xisterû ku gelê Amerîka palpiştê Pêşmergeye û piştevanê li operasyona li navbirina Da’îş dike.Li beşekî dinê axaftina xwe de Wezîrê Berevaniya Amerîka ragihand ku welatê wan pabendî wê peymanê dibe ku li gel Pêşmerge da ya li warê hevkariya serbazî û darayiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de heye.Li beranber da Serok Barzanî spasî Serok û Cîgirê Serok û Wezîrê Berevanî û gelê Amerîkayê kir ku piştevanê gelê Kurdistanê ne li şerê dijî terorê da û ji bilî balkişandina li ser qurbanîdana Pêşmerge eve jî ragihand ku Pêşmerge li şerê terorê da ewê li ser milê wî bûye bi serkeftî encam daye. Serok Barzanî behsa gefa Da’îş û hizra terorê ya li ser hemû mirovayetî û jiyanê kir û li ber çav girtina rol û pêgeha Amerîka li asta cîhanê da bi pêwîstî zanî ku Amerîka li berpirsiyariya xwe ya ji bo berevanîkirina li azadî û bihayan de berdewam bê.Her li vê civînê de ku bi amadebûna hejmarek berpirsên serbazî û siyasî ya Herêmê birêveçû, behsa rewşa meydanî ya bereyên şerê terorîstan li parêzgeha Nînowa û her wiha hengavên şerê dijî Da’îş li Sûriye kirin.Hêjayî gotinêye ku berî civîna Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîka li rêwresmeke taybet da Madalya Azayetiyê ya Wezareta Berevaniya Amerîka ji aliyê Wezîrê Berevaniya Amerîka ve bi nûnerayetiya hemû hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêşkêşî çar Pêşmergeyan kir û li rêwresmê de Wezîrê Berevaniya Amerîka li gotareke kurt da behsa azayetî û wêrekiya Pêşmerge kir û pesnê rola Pêşmerge kir ku qehremanane karî Da’îş têkbişkîne. Her wiha eve jî bi Pêşmergeyan got ku “We şerefê ji bo xwe û gelê xwe tomar kir”.