Şevîdin êrişeke çekdarî li dijî ofîsa PDKê ya li navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve pêk hat. Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê Eta Şêx Hesen ji Rûdawê re ragihand: “Şeva yekşemî 27ê Mijdara 2016ê teqe li Liqa 19 a Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye kirin.” Eta Şêx Hesen herwiha got: “15 gulle li avahiya baregehê ketine, lê belê di encama êrişê de ti zirarên canî çênebûne.” Wî rayedarê Encumena Sekirdatiya PDKê ya li Silêmaniyê destnîşan kir, ku zêrevanên baregeha PDKê jî bersiv dan êrişkaran û rûbirûyê wan bûn. Eta Şêx Hesen tekez kir: “Piştî ku ji aliyê zêrevanên baregeha liqê ve bersiva teqekeran (êrişkaran) hat dan, (ew) bi otomobîlekê reviyan.”
Pêş
06/09/2026
PWK encamên kongreya xwe ya duyemîn radigihîne
06/09/2026
Roja yekê ya şîna Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî birêve diçe
Têkildar
Balkêş e ?
Close


