Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 27.11.2016ê li bajarê Hewlêrê beşdarî di merasima destpêkirina kampaniyaya berhingarbûna şideta li dijî jinan kir û piştî merasimê di preskonferensekê de bersiva pirsên rojnamevanan da û çend mijarên girin zelal kirin.Peyama serokê Herêma Kurdistanê.Em li benda hêzên siyasî ne ku li ser bingehê wê peyamê bicivin, gotûbêjan bikin û pirsgirêkan çareser bikin. Eger em bi hûrî li wê peyamê temaşa bikin zelal dibe ka çi di wê peyamê de hatiye gotin. Me berê jî, berî du salan li ser ew pirsgirêkên li herêma Kurdistanê hene  gotibû şerê dijî terorîstên DAÎŞ ji karên me yên pêşîne û pêwîst bû ew şer kerê here pêşîn bimîne, ew aliyên siyasiyên wê demê pirsgirêk dirust kirin divya bû hizir bikraye ku ewlewiyat şerê dijî DAÎŞ e ne guhertina qanûnekê ye.Niha hêzên pêşmerge ber bi serkeftinê diçin û dema du salane serokê Herêma Kurdistanê rojan li bereyên şer çavdêriya rewşa cenga dijî terorê dike û li jêr serokatiya serok Barzanî, îro em dikarin bêjin heta radeyeke baş ew metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê hebûm kêmbûne, hîngê jî dema me digot çênabe bi wî awayî reftar bê kirin ji ber êrîş û metirsya DAÎŞê bû, îro jî ku şer ber bi dawiyê diçe serokê Herêma Kurdistanê destpêşxerî hebû daku pirsgirêkan çareser bike. Lê li vir pirse eve; Gelo aliyên din dê heta çi derece ber bi destpêşxeriya serokê herêma Kurdistanê bên. Eger hemû alî hatin em jî dê bi wan re bicivin bi rêya diyalog, lihevtêgihiştinê pirsan çareser bikin. Her aliyek amade be bê şert bi me re bicive em jî amadene pê re bicivin, lê eger şert hebin em pê re na civin.Seredana bo TirkiyeyêEw seredan di çarçoveya wan seredanan de ye ku em seredana welatên cîran dikin. Di wê seredanê de, em digel serokwezîr, wezîrê derve û serokomarê Tirkiyeyê civiyan. Di wan civînan de têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê û têkeliyên navbera Îraq û Tirkiyeyê, dilgiraniya ji encama operasyona Mûsilê çêbûne û Tirkiye çawa dikare alîkariya koçberên di dema şer de koçberî herêma Kurdistanê dibin bike, hatin gotûbêj kirin.Girtina berpirsên HDPêDi civîna digel birêz Receb Teyb Erdogan serokomarê Tirkiyeyê pirsa girtina berpirsên HDP hat behis kirin. Pirosesa aşitiyê li Tirkiyeyê pirseke navxweyî  ya w î welatî ye û pirsek gelek aloz û nehêsane û gelek ji wê yekê aloztire ku em pêşbînî dikin û aliyek bi tenê nexetabare. Yaku li Tirkiyeyê diqewime ji encamê siyaseteke şaş bû ku berê hatiye peywre kirin û her du alî, kêm-zêde, di vê wê pirsê de berpirsiyarîiyê hilgirin. Siyaseta Herêma Kurdistanê eve ku destê xwe naxe nav karûbarên cîranan, lê eger em bikarin ji bo dîtina çareseriyekê alîkar bin, em emadene hevkariyê bikin.Pesindkirina qanûna Heşda ŞebîEm, rola heşda Şebî di berhingarbûn û bergirya heta niha ji Îraqê kirî bilind dinirxînin û rola Heşdî Şebî di vî warî de giring bûye. Tiştek başe Heşda Şebî bikeve di çarçoveyekî qanşnî de, lê tevî vê jî divê hêza pêşmerge jî bikeve di nav sîstema bergiriya Îraqê de, lê  ka çawa niha ji bo Heşdî Şebî her tişt tê dabîn kirin divê ji bo pêşmerge jî, weke bşek ji sîstema bergiriya Îraq  ku îro şerê terorîstên DAÎŞ dike, bê dabîn kirin, çawa daxwazên Heşda Şebî bi cî dikin divê wisa hevkariya pêşmerge jî bikin. bi a me ew siyaseta durûyî ya Bexdayê karekî xerape ku digel pêkhateyên Îraqê dike û divya bû ew karê ji bo heşda Şedî dikin ji bo pêşmerge jî bikraye.Çima Bexda rêgire çekê Kanadayê bigehe pêşmergeDivê ev pirs ji Bexdayê bê kirin, ji ber ku Herêma Kurdistanê çekî li dijî DAÎŞ bikartîne û DAÎŞ jî dijminê Herêma Kurdistanê û Îraqê jî ye. Herêma Kurdistanê pêwîstî bi çekî heye bi tenê ku xwe biparêze û berevaniyê ji xwe bike, ne gefan li tu kes û aliyan bike.  Gelek di cîyê xwe de ye ev pirs ji Bexdayê bê kirina ka gelo çima heta niha rêgre ew çekên Kanadayê ji  bo arteşa Îraqê û pêşmerge hinartine bigehe Herêma Kurdistanê.Aşitbûna niştimanîMe ti pirsgirêkên şexsî digel Malikî nebûne, ne serokê Herêma Kurdistanê û me jî nakokiyên şexsî digel Malikî nebûne. Serokê Herêma Kurdistanî şeş mehan berî DAÎŞ bajarê Mûsilê  dagîr bike hemû alî agarkiribûn ku, Îraq ber bi diktatoriyê ve dice, ev bû pirsgirêka me digel cenabê serokwezîrê berê Malikî, ne pirsgirêkên şexsî bûne. Bêy hebûna aşitiyê di navbera pêkhateyan de, çi sine çi şîye û çi pêkhateyên din yên Îraqê bin, ne mumkine aramî û ewlehî li Îraqê bi cî bibe.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: