CîhanPolîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Tirkiye civiyan

Di çarçoveya serdanan xwe de bo Tirkyeyê, li Enqereyê, Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re digel Mewlud Çawîşoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê civiya û di civînê de têkeliyên xurtên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ku wan têkeliyan mifayek baş ji bo her du gelên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê hene û di berjewendiya her du aliyan de ne, bilind hatin nirxandin.Di civînê de behsa wan guhertinên dever tê de derabs dibe,  dûrxistina metirsiyên rûbirûyê derverê dibin, ew bûyerên pêşbînî tê kirin li deverê biqewimin û parastina ewlehiya deverê bi awayekî ku di berjewendiya hemû aliyan de be, kir  û tekîd li ser berdewamiya hevkarî û hevahengiya navebra Hewlêr û Enqereyê hat kirin.Çawîşoglu amadehiya welatê xwe nîşan da ku di warên cuda de hevkariya herêma Kurdistanê bike, bi taybetî di warê abûrî de ku tê pêşbînî kirin di qonaxên bê de tevgera abûrî û bazirganî berfirehtir bibe.

Nêçîrvan Barzanî serowkezîrê Kurdistanê sipasiya hevkariyên berdewam yên Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê kir û têkeliyên navebra Hewlêr û Enqereyê bilind nirxandin û xwest ku ew têkelî zêdetir xurt û berfirehtir bibin.Pêşhatên dawiyê yên şerê dijî terorîstên DAÎŞ li Mûsil û derdûra wê, têkeliyên navbra Herêma Kurdistan û hikûmeta Îraq federal, xebatên ji bona normalkirina têkeliyên Tirkiye û Îraqê  û çend mijarên din di civînê de hatin gotûbêj kirin.

Back to top button