HevpeyvînPolîtîk

Yên xwe teslîmî Bexdayê dikin, xiyanetê li welat dikin

Di bersiva daxuyaniya Cîgirê Serokê Parlemantoya Iraqê û Endamê Tevgera Goran Aram Şêx Mihemed de serkirdeyên PDK û YNK û Komonîst tekez li ser wê yekê dikin ku nabe berjewendî û maf û destkeftên netewî bi ti awayekî bikevin metirsiyê de. Herwiha dibêjin yên ku xwe teslîmî Bexdayê dikin xiyanetê li welat û niştiman dikin û divê şerim bikin.Aram Şêx Mihemed gotibû bila Silêmaniyê rasterast danûstandinan ligel Bexdayê bike û bila Bexda cuda ji Herêma Kurdistanê û wek parêzgehên din ên Iraqê kar ligel parêzgeha Silêmaniyê jî bike. Bi nêrîna çavdêran û siyasetmedaran ev hewl bo veqetandina Silêmanî û Helebçe ye ji Herêma Kurdistanê.Pêwîst e ji xwe fedî bikinEndamê Polîtburoya YNKê Şêx Ceifer Şêx Mistefa amaje bi xebat û qurbaniyên Hêzên Pêşmerge li eniyên bergiriyê li navçeyên Kurdistanî dike û dibêje Pêşmerge karîne di bê rewşê de bi serkeftî erkên xwe cîbicî bikin, ku eger ne ji Hêzên Pêşmerge ba dê Kurdistan wek Mûsilê û navçeyên din lê hatiba, lewma pêwîst e aliyên siyasî jî di asta berpirsyaretiya vê qonaxê de bin û ji Hêzên Pêşmerge şerim bikin û nehêlin pirsgirêkên wan zêde bibin û nakokiyên xwe bi diyalogê çareser bikin û ziyanê negihînin berjewendiyên xelkê Kurdistanê.Şêx Ceifer Şêx Mistefa ku ligel balê Navenda Biryarê ya YNKê ye, dibêje: “Di vê demê de parastina yekrêziya navmala Kurdî gelekî pêwîst e, ji ber ku em dikarin bi yekîtî û yekrêziyê destkeftên xwe biparêzin û Kurdistanê ber bi serkeftin û serxwebûnê ve bibin, lê tişta ku niha tê dîtin şermezarî ye ji aliyên siyasî re, ji ber ku zarokên Kurdan di ber welat de şehîd dibin, lê ew neamade ne bi hevre bicivin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.”Wî fermandarê pilebilind ê Pêşmerge wiha got: “Her pêngavek ku ji bo zêdekirina nakokiyan bê avêtin, ziyanê dighîne berjewendiyên bilind ên Kurdistanê û bandoreke xerab li ser paşeroja vê herêmê dike. Herwiha Xelkê Kurdistanê neligel nakokiyan e û aştî û pêkvejiyan û gehîştin bi mafên netewî dixwazin.” Yên dixwazin em vegerin ser Bexdayê, koyleyê modern inEndamê Serkirdatiya PDKê Elî Husên ji malpera KDP.info re dibêje, “Ev daxuyanî û siyasetên Goran ji me re ne tiştekî nû ne û gelek kesên din di dîroka tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd û bi teybetî di Şoreşa Îlonê de mîna Aram Şêx Mihemed derbas bûne, lê temenê siyaseta wan pir kurt bû û rastî cezayê ji aliyê milet ve hatin. Wê demê Kurd di şoreşê de bûn û hinek kes diçûn û ji dijmin re digotin, hûn rast in û hûn nûnerê rasteqîne ê Kurdan e.”Husên wiha domand: “Gelê ew hemû şehîdên ku me dane ji ber pirsgirêka mûçeyan hatin kuştin, yan xwedî pirsgirêkeke netewî û siyasî bûn? Ew kesên ku dixwazin em vegerin bin destê Bexdayê, koyleyên modêrin in. Goran di siyasetê rastî şikestinê hatiye û bernameya wan ji xelkê Kurdistanê re eşkere bûye û dawiya wan hatiye. Helebet ew tişta ku dikin ne peyameke niştimanperwerî ye û xelkê Kurdistanê li dijî wê ne.” Gelo çêdibe em daxwaza vegera Sedam Husên bikin?Her derbarê vê pirsê, ku wek pirseke netewî û niştimanî tê dîtin. Endamê Partiya Komonîst a Kurdistanê Hendirên Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Mafê niştimanî û netewî ku bi kesa salên dûr û dirêj bi destve hatine, nabe ti hêzek û aliyekî siyasî li gorî berjewendiyên xwe bi wan destkeftan bilîze. Daxwazên mamosteyan û fermanberan mafekî rewa ne, lê nabe ew pirs têk bi pirseke mezin bê kirin ku ew jî bi riya destûr hatiye çareserkirin ku ew jî fedraliyet e. Lewma nabe daxwazên fermanberan bibin amrazek bo gihandina ziyanan bi destkeftên niştimanî.”Wî endamê Polîtburoya partiya Komonîst wiha got: “Em di wê baweriyê de nek u nabe em bi mafên xwe yên niştimanî û netewî bilîzin, ji ber ku ev yek li dijî îradeya welat e. Lewma nabe aliyên siyasî li gorî kêfa xwe destê xwe dirêj bikin bo destkeftên me û kes û xebat û xwîn û şehîdên me vala bibin. Xelkê Kurdistanê jî bi hêsanî venagerin bin destê Bexdayê. Ma dibe xelkê Silêmaniyê daxwaza vegera Sedam Husên bikin? Dema ku daxwaz tê kirin em vegerin bin destê Bexdayê, wek em daxwaza vegera Sedeam Husên dikin. 

Back to top button