Serok erkanê Tirkiye Hulusi Akar li gel berpirsên bilindên artêşa Tirkiye serdana Silopî kir.Wek tê zanin dema operasyona Musilê destpê kir gelek peyamên hişk navbera serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan û serokwezîrê Iraqê Ebadî de hatin dayin.Piştî vê Tirkiye biryar da ku ji Başîk dernakevin. Tirkiye destpê kir hêzek mezin ji deverên din yên Tirkiye rêkir Silopî.Niha hêzek gelek mezin ya Tirka li gel çekên giran li Silopî kombûye. Ji bo kontrol kirina vê hêzê serokerkanê Tirkiye hate Silopî.Dixweyê dema operasyona Musilê û taybetê piştî azadkirina Musil dê sedema bingehîn ya kombûna hêzek welê mezin baştir bête xûyakirin .Niha gelek spekalasyon li ser kombûna arteşa Tirk li Silopî tê kirin. Lê dê piştî azadkirina Musilê rewş zelaltir bibe.
Pêş
03/07/2025
Civîna Trump-Putin bi dawî bû: Rûsya ji dev armancên xwe yên li Ukraynayê bernade
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close