Civak
PYD ciwana bi darê zorê digre û rêdike eniya şer
Ciwanekî kurd duh derengî şevê ji aliyê çekdarên PYD ve di maa wî de hate girtin.Li gorî agahiyan ku derengî şeva borî çekdarên PYD mala welatiyê bi navê Mihmed Ibrahîm li gundê Tebkê ya Dêrikê dorpêçkirin û piştra bi şêweyekî hovane û kefa çekan kurê wî Cengîdar Mihmed ji bo leşkeriya xwe ya neçarî girtin û berev cihekî nenas ve birin .Partiya PYD di helmetên girtin û revandna ciwanan ji bo leşkeriya xwe ya neçar berdewame û, jibo wê yekê rojavayê kurdistanê ji ciwanan valebûye, û berya dû rojan jî partiya PYD sê mehên din dema leşkera xwe ya neçar dirêjtirkir.