Endamekî encûmena parêzgeha Nînowa aşkera kir, piştî destpêkirina operasyona Pêşmerge rewşa nav bajarê Mûsilê têkçûye. Îro 17.10.2016ê endamê encûmena parêzgeha Nînowa Xezwan Dawudî ji BasNewsê re ragehand: ’’Encûmena parêzgeha Nînowa û parêzger, beyanameyek belav kirin, ku di temamê beyanameyê de hatiye destnîşan kirin ku rewşa nav bajêrê Mûsilê têkçûye û hêza DAIŞê ya şer kirinê nemaye.’’ Herwaha got, îro gelek gundên mezin ên parêzgeha Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hate azadkirin û got: ’’Daxwaz li xelkê bajarê Mûsilê kiriye ku alîkarê hêzên ewlehiyê bin û piştevaniyê lê bikin’’. Herwaha got li gelek cîha xelk li dijî DAIŞê rawestaye û ji wan xwastine ku bajêr vala bikin.
Pêş
05/06/2026
Asaib û tabûrên Îmam Elî dest bi radestkirina çekan kirine
05/06/2026
Em bangî gelê xwe yê Qoserê dikin ku bi berpirsyarî û baldarî tevbigerin
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Ji min pêve kesek behsa Ocalan nake..!02/06/2026


