Ji Başûr 6 ton derman rêkirin Rojavayê Kurdistanê
Eve demeke li Kurdistana Rojava qeyrana dermana heye. Gelek dermanên pêwist peyda nabin. Wek din dermanên heyî bihane û xelk nikare bikire.Heta radeyekî di nexweşxana de ji bo bê dermaniyê birindar nayên dermankirin.Ji Kurdistana Başûr reveberiya tendirusti ya Duhokê kasî 6 ton derman rêkirin Rojavayê Kurdistanê. Berpirsek yê tenduristiya Duhokê da xuyakirin ku; Ew derman û pêdawîstiyên pizîşkî dê li ser nexweşxaneyên Heseke werin belavkirin jibo alîkariya birîndarên teqîna Heseke ku bi dehan kes têde bûn qurbanî.”Gelek birîndarên bûyera Hesekî derbasî Başûr bûn û di nexweşxana de têne derman kirin. Hukumeta Kurdistanê dabû xuyakirin ku,, ev ji bo her arikariya pêwist amade ne û taybet ji bo birîndarên bûyera Hesekê gotubûn ku arikariya wan erkekî netewîye.