HDP serdana serokê Kurdistanê dike
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş li gel heyetek berfireh serdana serokêKurdistanê Mesud Barzanî dike.Eve demeke HDP dixwaze serdana Barzanî bike. Niha rewş dest dide vê serdanê û HDP diçe Kurdistana Başûr.HDP li gelaliyên siyasî yê Kurdistana Başûr dicive. Lê sedemê bingehîn hevdîtinek li gel Serokê Kurdistanê ye. Tê gotin ku ev serdan dikare bibe gavek erênî ji bo agirbestekî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.Wek tê zanin ji berî niha jî demekî HDPê ji serok Barzanî daxwaz kirîbûn ku ji bo ev şerê îro heyî nebê rola xwe bileyze. Mesud Barzanî zeminê ku aşitiyane hinek pirsgirêk çareser bibin pêkanibûn. Lê li Enqere di hevdîtinekî de hevseroka HDPê Figen Yuksekdag helwestek li dijê hemûprosesa aşitiyê dabû nîşandan û ew pêvajo û rolê Barzanî bikaribe bileyze sabote kirîbû.Ji bo vê yekê jî di vê heyeta HDPê de ji bo hinek hesasiyeta cîh nagire.Hewrweha li gora hinek çavkaniya di heyetê de piranî kesên kurd û kurdî dizanin cih digrin. Ev yek bi xwe jî bi awayekî dûrxistina kesên kemalistên çepên tirk di nava HDPê de ye.Di rewşa îro de sekinandina şer li Bakurê Kurdistanê ji bo miletê kurd li Bakur pêwistiyeke.