CivakPolîtîk

Divê rojekê zûtir em organîze bibin û xwedî helwesteke hevbeş bin

Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji bo rewşa Kurdistanê daxûyaniyek belav kir.Tevger ji bo helwestek Kurdistanî  û hevbeş nagî aliyên siyasî li hemû beşên Kurdistanê dike. JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ RETêkoşîna netewî ya miletê Kurd li hemberî dujminan ji 200 salî zêdetir e didome. Di vê pêvajoyê de miletê Kurd bi gelek jenosîd, girtin, kuştin, îşkence û nefîkirinan ve rû bi rû ma. Lê dîsa jî têkoşîn her berdewam kir û niha jî dike. Zilm û zordariya dijminan tu carî agirê têkoşînê ya Kurdan venemirand.Dagirkerên Kurdistanê, ji bo karibin têkoşîna netewî ya Kurdan têk bibin gelek rêyan ceribandin. Li gor demê stratejiyên nû pêş xistin. Heta niha stratejiya wan a herî serkeftî bikaranîna Kurdan li hember Kurdan e. Îro jî dagirker vê stratejiyê bi kar tînin û li gor demên berê pêşdetir xistine. Hatiye asteke wisa ku êdî ji dêvla leşkerên dijminan Kurd Kurdan dikujin, dixin zindanan, nefî dikin û xebatên wan asteng dikin.Divê em li ser sedemên vê rewşê serê xwe biêşînin ku çawa dibe îro Kurd ji dêvla dagirkeran bikarin ew qas bi hêsanî û eşkere li hember Kurdên serxwebûnxwaz bi her awayî astengiyan derxin.Dema mirov bibîne ku yekî xerîb şaşiyekê dike, bi hêsanî dikare şaşiya wî/wê eşkere bibêje û wî/wê kesî şermezar bike. Lê dema heman şaşiyê/kêmasiyê naseke wî/wê bike vê carê hêstên mirovan derdikevin pêş û bi heman awayî nikarin li hember şaşiyê helwesta xwe deynin. Di vê rewşê de hêstên mirovan dikevin pêşiya mantiqê û rastiyê şolî dikin. Heta yê ku şaşiyê kiribe yekî pir nêzîk be, mirovan digihîne wê astê ku şaşiyê biparêzin.Kêmasiyekê miletê me ew e ku em pir zêde bi hêstên xwe tevdigerin. Dagirkerên ku bi vê kêmasiya me dizanin, li gor wê stratejiyek pêş xistin. Ji bo ku refleksên netewî û civakî ya Kurdan têk bibin, şaşiyan/kêmasiyan bi destên Kurdan dan kirin.PKK dema nû ava bû bi drûşmeya “Kurdistana Yekbûyî Serbixwe û Sosyalîst” derket pêş û hîtabî hêstên Kurdan kir. Kurdên serxwebûnxwaz û şerker bi vê drûşmê bawer bûn û di nava PKK de cih girtin. Dîsa wek her car bi canê xwe û bi malê xwe amadebûn hemû fedakariyan bikin. Ji bo “serxwebûna Kurdistanê” amadebûn hemû tiştî bikin. Heta di astekê wisa de bûn ku PKK rêxistinên din wek astengên li pêşiya serxwebûnê nîşan da û bû sedem ku êrişî wan rêxistinan bikin.Bi salan miletê Kurd xwe bi PKK ve gire da û xwîna xwe rijand. Tu fedakarî nema ku nekir. Îro ew PKK a ku bi şîara serxwebûnê derketibû û bi hinceta ku serxwebûnê naxwazin êrişî rêxistinên din dikir, bi xwe eşkere dibêje ku li dijî serxwebûnê ye û êrişî serxwebûnxwazan/dewletxwazan dike.PKK îro li her çar parçyên Kurdistanê jî li hember serxwebûnê astenga herî mezin e û xisara herî zêde ew dide miletê Kurd. Lê ji ber ku Kurd careke pê bawer bûn û di ber de bedel dan, hêstên wan dikeve pêşiya mantiqa wan û nikarin helwestê nîşan bidin. Heta gelek kes ji ber hêstiyarî an jî ji ber berjewendiyên xwe bi zanetî PKKê diparêzin.PKK li başûrê rojavayê Kurdistanê îro eşkere ji dêvla rejimê kar dike. Tim qala “yekîtiya Sûrîyê” dike. Rê dide hemû rêxistinên biyanî lê nahêle ku rêxistinên Kurdan li ser axa xwe têkoşîna netewî bimeşînin.Piştî ku PKK/PYD li başûrê rojavayê Kurdistanê xweserî îlan kir, fîşekek jî neteqiya lê bi sed hezaran Kurd ji ber kiryarên PKK/PYD axa xwe terikandin.Kurdên ku nedixwestin axa xwe biterikînin tehdit kirin, xistin zindanan an wan ji başûrê rojavayê Kurdistanê derxistin.Li Amûdê bi doçkayan êrişî çalakvanên sivîl kirin, 6 kesan kuştin û 35 kesan birîndar kirin.Kiryarên wan ji ya dewletê xerabtir in. PKK li bakûrê Kurdistanê ji bo Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir û dewleta Tirk a dagirker midaxaleyê wan nekir. Lê îro endamên ENKS li başûrê rojavayê Kurdistanê ji ber ku ji bo sîyasetvanên girtî yên di zindanên PYDê de ne dest bi greva birçîbûnê kirine PYD dibê emê midaxeleyê wan bikin.Ne tenê li başûrê rojavayê Kurdistanê li her çar parçeyan jî kiryarên PKK bênavber didomin. Li bakûrê Kurdistanê xendeka kolan û bûn sedem ku bajarên Kurdan xera bibin, bi milyonan Kurd li welatê xwe koçber bibin û bi hezaran gencên Kurdan bên kuştin. Piştî xendekan dest bi teqandina bombeyan kirin. Dîsa li bajarên Kurdan û di nava sivîlan de… Êrişî weşanxaneya Avesta kirin.Li Rojhilatê Kurdistanê êrişî Pêşmergeyên PDK-Î kirin û du Pêşmergeyan şehîd kirin. Di heman demê de eşkere helwesta xwe nîşan dan ku naxwazin şerê çekdarî ya li hember Îrana dagirker bidome.Di medyaya xwe de bênavber di şexsê Serok Barzanî û PDK de davêjin destkeftiyên başûrê Kurdistanê. Kengî başûrê Kurdistanê ji bo seerxwebûnê gaveke erênî biavêje PKK jî dest bi êrişan dike. Gundên başûrê Kurdistanê dagir dike. Li Ewropa çalakiyan kir ku di şerê li dijî DAÎŞê de çekan nedin Pêşmergeyan.Ger PKK îro dikare ew qas eşkere û hêsanî tedê li miletê Kurd bike û tiştên ku dagirkeran li me dikir îro li ser navên wan ew li me bike, sedema wî ya herî mezin bêwelwestbûna li hember PKKê ye. Di her kiryarê xwe de dema helwesteke li hember xwe nabîne kiryarek jê xeraptir dike. Di vê mijarî de jî sûcê mezin a rêxistin û medyaya Kurdan e.Sûcê mezin ew e ku rêxistinên Kurdan û medyaya Kurdan PKKê hîn wek rêxistineke Kurdan dibînin û nîşan didin. Bi wî awayî nahêlin hişê milet zelal bibe. Karê wan zelal kirin û helwesta danîne lê ew ne helwestekê datînin, ne mijarê zelal dikin. Bi ser de mijarê şolî dikin û dibin asteng ku milet jî helwestekê deyne.Sedema din a vê rewşê neorganîzebûna hêzên serxwebûnxwaz e. Hêzên entegrasyonparêz bi dagirkeran re li her çar parçeyan jî organize ne, birêxistin in û karê xwe dikin. Lê hêzên serxwebûnxwaz him ji aliyê parçeyan ve ji hevudû cuda ne him jî di nava xwe de bela ne.Îro endamên ENKS li başûrê rojavayê Kurdistanê di greva birçîbûnê de ne. Lê gelek endamên ENKS ên li bakûrê Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê û li Ewropa bêdeng in. Divê di serî de endamên ENKS hemû hêzên serxwebûnxwaz li her derê xwedî helwestek hevbeş bin û çalak bin. Ne tenê di vê mijarê de, divê ev organîze bûn, xwedî helwestbûn û çalakbûn heta dewletbûnê di hemû mijaran de berdewam be.Xeteriyeke din ew e ku endamên ENKS li başûrê rojavayê Kurdistanê tenê ne û bêxwedî ne. Çalakiyên sivîl dikin lê dîsa jî PYD zilmê li wan dike û wan tehtîd dike. Ji bo greva birçîbûnê ya endamên ENKS li başûrê rojavayê Kurdistanê jî Wezîrê Parastinê ya Kantona Cizîrê Abdulkerîm Saruxan dibêje ku wê midaxaleyê bikin. Çareseriyeke tenê ya vê pirsgirêkê heye. Ew jî derbasbûna Pêşmergeyên Roj li ser axa xwe ye.Em bangî hemû aliyên serxwebûnxwaz ên her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê dikin. Divê rojekê zûtir em organîze bibin û xwedî helwesteke hevbeş bin. Ger em organîze nebin, ne xwedî helwest bin û xeta entegrasyonê û xeta dewletbûnê him di teorî de him jî di pratîkê de ji hevudû zelal nekin wê destkeftiyên heyî jî têkevin xeteriyê.Nîşe: Di nivîsê de li gor pênasîna wan me peyva “Wezîrê Parastinê ya Kantona Cizîrê” bi kar anî. An em dizanin ku kanton çîrok in û rejîm li ser hukim e. Ji aliyê din federasyon îlan kirin lê hîn navê kantonê bi kar tînin. Ew jî nîşaneke din e ku bi çîrokên kanton û federasyonê hişê miletê Kurd şolî dikin.tevgeraciwanan_371310846TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ17.09.2016 

Back to top button