Serokwezîrê Tirkiye Binalî Yildirim di civîna encûmenê wezîran de, nirxandinek berfireh li ser 100 rojên bûrî yê hukumetê kir. Behsa rewşa Tirkiye û taybetî bûyera 15ê Temmuzê kir. Serokwezîrê Tirkiye behsa “Pêvajoya Aşitiyê “ jî kir.Yildirim di derbarê pirosesa aşitiyê de gelek bi tundî PKK rexne kir. Di vê derbarê de Yildirim got:Dê hukumetema aramiya nevxweyî pêkbîne. Em di vê derbarê de bi biryarin.Binali Yildirim da xuyakirin ku,ew bi cureyek nû li gel “terorê“ tekoşînê didin. Yildirim got ku, heta ewlehiya jiyan û malê xelkê bi temamî pêkwerê wê tekoşîna wan berdewam be.Yildirim got: Ji bo pêşveçûna herêmê emê paketên nû vekin. Ezê hurgiliya vê pakête li Diyarbekirê behs bikim.Yildirm da xuyakirin ku siyaseta xendekan de zererek bi kasî 10 milyar dolara çêbûye.Yildirim berdewamiya axavtina xwe de got:Ev ziyana bûyî em di 3 salan de dikarin ji holê rakin.Di nava saleki de emê xaniyên xelkê pêkbînin û teslîmê wan bikin.Niha çareserî tuneye. Wan(behsa PKKê dike) ev firsend ji dest dan.Hêdî çareserî li ba gele.Tu pirsgirika vê rêxistina terorist ya kurda tuneye.Pirsgirêka hemwelatiyê me yê Kurd ya PKKê heye.
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
Balkêş e ?
Close - Çekên PKK radest bikê, dê bêne şewitandin03/07/2025